Meclisa Gel a li Reqayê bi boneya salvegera şehîdên Berxwedana Serdemê û bi rasthatina salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê û da ku piştgiriya xwe ji gelê Efrînê yên koçber re nîşan bide, çalakiya pêxistina mûman li dar xist. Çalakî bi beşdariya gel û endamên Meclisa Gel a li bajarê bi rê ve çû.
Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre li ser çerxerêyê mûm hatin pêxistin.
Dûvre beşdaran sloganên şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê û sûcên li dijî welatiyên bajêr pêk tîne berz kirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018`an de êrişî Efrînê kir, xêr û bêra welat talan kirin û zêdetirî 200 hezar sivîl koçber kirin.
(eh)
ANHA