Li Reqayê ji bo ciwanan civîn û semîner hatin lidarxistin

Yekitiya Werzîşê bi koordîneya Komîteya Werzîş û Ciwan a Reqayê bi mebesta avakirina turuveyek futbolê li ser asta herêma Reqayê civînek lidar xist û semînerek li ser xeteriya madeyên hişbirê organize kir.

Civîn li stada Firatê ya li başûrê çarxerêya El-Saa bi tevlibûna 36 tîman di nav de 13 tîmên nûnerên bajêr, 10 gundewar, 6 gundewarê bakur, 4 gundewarê rojhilat û 3 gundewarê başûr li dar ket.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. pPiştre armanca orgenîzekirina turnuvayê hate şîrovekirin.

Ji tîmên ku di radeya yekemîn de hatin rêzkirin 16 tîm ji bo turnuveya kopaya Reqayê hatin hilbijartin.

Endamê Komîteya Ciwa û Werzîşê Îbrahîm El-Necim destnîşan kir ku 16 tîmên herî baş hatin hilbijartin da ku di turnuveya kopaya herêma Reqayê de bilîzin. Îbrahîm diyar kir ku turnuve dê piştî 25 rojan dest pê bike.

Piştî bidawîbûna civînê, semînerek girêdayî xeteriyên madeyên hişbirê li ser ciwanan bi navê " Bi hev re li dijî madeyên hişbirê", hate dayîn. semîner ji hêla Komîteya Ciwan û Werzîşê û Buroya Têkoşîna li dijî Sûcan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate orgenîzekirin.

Semîner ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Enwer El-Mihemed, hevserokê sandîqeya hemşîreyê Esker El-Esker û endamê rêveber ê Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên bi rêxistinkirî Demhat Reqa ve hat birêve birin.

 Destpêkê Enwer El-Mihemed, axivî û behsa rola ciwanên zane di sekinandina li hember vê diyardeyê kir û got: "Ev diyardeya herî zêde li gel ciwanên temenên wan di navbera 15 heya 30 saliyê de çêdibe, ji ber wê divê ciwan wê çînê perwerde bike û rê li pêşiya belavbûna wê diyaredyê bigire."

El-Mihemed destnîşan kir ku ciwan sûtûna civakê ya herî çalak e. Ew ji bo avakirin û pêşxistina civakê dikarin di tevahiya waran de siyasî, aborî, pîşeyî, çandinî, civakî û leşkerî kar û xebat bikin

Piştî wê hevserokê sandîqeya hemşîreyê Esker El-Esker bi navê Komîteya Tenduristiyê axivî û xeteriya madeyên hişbirê, sedemên benginiyê bi bîr xistin.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên bi rêxistinkirî Demhat Reqa axivî û erkên buroyê vegotin. Demhat got: "Buroya Têkoşînê kesên ku madeyên hişbirê dibin vediguhezîne dozgeriya giştî, ji ber cihên taybet ji wan re li herêmê tune ne. Dozgeriyê jî wan bi du yan jî sê mehan an jî heta canê wan ji wê cehrê xilas dibin, ceza dike."

 


Mijarên Din