Li Reqayê jin amadekariyên mîhrîcanê dikin

Bi dirûşma "Bi rengên pêkhateyên me mîrasa me geş dibe" jin amadekariya mîhrîcana mîrasî ya yekemîn li ser asta herêmên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê dikin.

Hedefa mîhrîcanê vejandina mîras û çanda jinên herêma Firatê, vedîtina behreyên ferdî û komî ya tîmên beşdar e.

Ji bo amadekariyên mîhrîcanê, koordînasyonên jin ên Tebqa, Dêrazor, Reqa û Minbicê li nivîsgeha rêveberiyê ya bajarê Reqayê amade bûn da ku mekanîzmaya lidarxistina mîhrîcanê nîqaş bikin.

Endamên amade tevahî amadekarî ji pankart, cilên folklorîk ên her herêmekê, pêşandanên tîmên hunerî û şanoyî nîqaş kirin.

Di mîhrîcanê de tîmên cur bi cur beşdar dibin û wiha ne; Tîma Dîlanê ya Zarokên Kobanê, her du tîmên dîlan û stranên gel a jinên Tebqayê, tîma Dîlana Zarokan a Dêrazorê, tîma Stran û Şanoyan a Zarokan a pêkhateya Tirkmen a Minbicê, paragrafeke mîrasî ya gel ji hêla tîma Perperîkên Firatê, tîma Stranan a Zarokan a Til Hemîsê.

Her wiha dê tîma Tebqa ya hunerên şano û gel şanoyekê bi navê "Dê hêvî bimîne" pêşkêş bike.

Di mîhrîcanê de lixwekirina cilên folklorîk a nûnertiya kevneşopên jinên herêmê dike, dê bê pêşkêşkirin.

Der barê amadekariyên mîhrîcanê de, endama komîteya amadekar a Rêveberiya Jinan a Reqayê Fehîme Casim wiha got: "Hedefa yekane ya vê mîhrîcanê, derxistina dengê jinan û realîteya mîrasa wê ye. Ev mîhrîcan pêngaveke yekemîn a parastina mîrasa tevahî kom û rejîmên berê çewisandine."

Têkildarî tîmên beşdar Fehîme Casim diyar kir ku tîm cara yekemîn beşdarî vê mîhrîcana mîrasî ya jinan dibin. Her wiha Fehîme bang li tevahî jinên pêkhateyan kir ku beşdarî mîhrîcanê bin.

Komîteya amadekar a Rêveberiya Jinan a li ser asta Reqa, Dêrazor, Tebqa û Mibicê roja sêşemê 25’ê Cotmehê roja destpêkirina mîhrîcanê diyar kir. Dê mîhrîcan rojekê bidome.

(fr)

ANHA


Mijarên Din