Li Reqayê kesek ji ber Koronavîrusê mir

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li Reqayê kesek ji ber Koronavîrusê mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ragihand ku li Reqayê welatiyekî 48 salî ji ber Koronavîursê mir.

Desteya Tenduristiyê îro sibeha ragihandibû ku li herêma Cizîrê kesek ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da. Bi vê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya kesên ji ber vîrusê mirine bû 7 û hejmara nexweşan jî derket 138.

ANHA


Mijarên Din