Li Reqayê Navenda Jinan a Civakî vebû

Îro Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Kooperatîfa Jinan a Aştiyê, Navenda Jinan a Civakî li taxa Qiwetlî vekir.

Navenda Jinan a Civakî gelek çalakiyên mîna spor, huner, muzîk û xwarinê pêşkêş dike, her wiha tê de çalakiyên zarokan û malên zarokan ji bo xwedîkirina zarokan hene. Di vê bernameyê de derdora sed jinên ji Reqa û gundewarên wê dihewîne.

Endama rêveberiya Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl li ser girîngiya navendê wiha got: "Ev proje ji nav projeyên ku me plan kiribûn ji bo pêşxistina aboriya jinan, me bi Kooperatîfa Jinan a Aştiyê re peyman îmze kir da ku ken li rûyê zarok û jinan vegerînin."

Berpirsa projeyê Mejid Cedîd diyar kir ku ev proje tê de bernameyeke dagirtî heye û dê sed  jin ji Reqa û gundewarên wê tê de kar bikin.

ANHA

 


Mijarên Din