Li Reqayê nexweşiya laşmanya ji sedî 98 kêm bûye

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo tinekirina nexweşiya laşmanyayê di nava xebatê de ye. Komîteyê diyar kir ku ji sedî 98 nexweşî kêm bûye.

Di demên dawî de li bajarê Reqayê û gundewarên wê nexweşiya laşmanyayê bi rêjeyeke bilind zêde bibû. 

Belavbûna cenazeyan, gorên komî, belavbûna sergo û pirsgirêkên kanalîzasyonê bûn sedema belavbûna kelmêşa remil a ku nexweşiya laşmanyayê belav dike.

Nexweşiya laşmaniya ji kes derbasî kes dibe. Bi rêya kelmêşa  remil a zer tê veguhestin.

Nexweşiya laşmaniya di destpêka sala 2018‘an de derket, herî zêde li rex Çemê Firat û Belîxê belav dibû. Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê heta destpêka 2019‘an derdora 4 hezar şêniyên herêma Reqayê bi nexweşiya laşmaniya ketine.

Komîteya Tenduristiyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vê nexweşiyê ket nav liv û tevgerê. Di vî warê de li gundewarên rojava û gundewarên rojhilat, navendên tenduristiyê bi taybet ji bo vê nexweşiyê hatin vekirin. Piştre zêdetirî 17 nuqteyên tenduristiyê derman ji bo vê nexweşiyê hatin belavkirin. Komîteyê bi hevkariya şaredariyan pêngavên reşandina dermanên kelmêşa nexweşiyê dikuje, meşand. Derman li zêdeyî 54 hezar malan hat reşandin.

Têkildarî peydakirina dermanên aşlekirinê navendên tenduristiyê yên girêdayî komîteyê bi rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê re koordîne kar kir. Derman li hemû hemû nuqteyên tenduristiyê re hat peydakirin. Her wiha xebatkarên tenduristiyê yên pispor heta 6 mehan, hefteyê carekê nexweş derman dikirin. Heta rêjeya nexweşiyê ji sedî 98 kêm bû.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ciwaz Zexîra got: "Piştî rizgarkirina herêmê û vegera şêniyan ev nexweşî ji ber belavbûna cenazeyan, pirsgirêkên kanalîzasyonê û belavbûna gorên komî belav bibû. Em hewl didin vê nexweşiyê tine bikin. Di vî warî de me kedek da û me bang li rêxistinan kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bi me re bû alîkar û derman pêşkêş kir."

Ciwan anî ziman ku bi keda xebatkarên tenduristiyê ev nexweşî kêm dibe û wiha domand: "Ji destpêka 2019‘an ve hejmara nexweşên bi laşmanyayê ketibûn derketibû 4 hezarî. Lê piranî hatin dermankirin, jê 112 tenê man. Tê payîn ku di demeke nêzîk de ev nexweş bi temamî tine bibe."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din