Li Reqayê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin

Buroya Alîkariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevakriya rêxistinên navneteweyî pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29‘ê Adarê de daxuyaniyekê ragihand ku ji ber mecên qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya Koronavîrusê dê pakêtên xwarinê li malbatên xizan û malbatên ku debara xwe li ser karê xwe yên rojane peyda dikin, werin belavkirin.

Buroya Alîkariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 12 hezar pakêtên xwarinê malbatên xizan ên bajêr belav kirin.

Porsesa belavkirinê bi koordîneya komînên taxa û çavdêriya Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel û nûnerên rêxistinên xêrxwaziyê tê dimeşe.

Belavkirina alîkariyê di nav taxên bajêr de 4 rojan bidome û piştre li gundewar destpê bike.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Buroya Alîkariyê ya girêdayî meclisa Sivîl a Reqaqyê Ehmed El-Ehmed behsa makenîzmeya belavkirina alîkariyan û got: "Îro beşa yekemîn a alîkariyan malbatên xizan û hewcedar hate belavkirin. Wê alîkarî li tevahiya taxên bajêr bên belavkirin. Piştre belavkirin wê li gundewar destpê bike."

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din