Li Reqayê panelek li ser bêkariyê hate lidarxistin

Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê şaxê Reqayê panelek bi navnîşan ''Bêkarî sedemên belavbûna wê û makenîzmeya rêgirtina li pêşiya wê'' orgenîze kir.

Panel li avahiya partiyê ya Reqayê li dar ket. Endamên partiyê, rewşenbîr, siyasetmedarên li Reqayê û hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş tev li panelê bûn.

Di destpêka panelê de endamê partiyê Ebdulrehman El-Îsa behsa sedemên bêkariyê kir û got: “Daketina asta geşepêdana aborî û ji ber siyasetên aborî yên dewletan û zêdebûna hejmara şêniyan, şer, nakokiyên leşkerî û keysbaziya kerbidestan ji karkeran re hemû sedemên bêkariyê ne.”

Endamê partiyê Ehmed Qedûr cureyên bêkariyê bi bîr xistin û got: “Mîna bêkariya beşî, giştî, ya asayî ku bi guhertinên aborî ve û veguhastina karkeran re girêdayî ye û bêkariya sazûmanî ya ku di encama guhertinên aborî yên pîşeyî û çandinî de yên li dewletan çêdibin. Her wiha bêkariya tund a di encama zêdebûna hejmara karkeran de li gorî pêwîstiya sûkê derdikeve holê.”

Li aliyekî din endama rêveber a Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a partiyê Neclaa Necar bandorên neyînî yên bêkariyê li kesan çi ji aliyê derûnî yan jî tenduristî yan jî civakî yan jî aborî ve bi bîr xisitn.

Di panelê de piştre behsa bandorên bêkariyê li civakî û dewletê hate kirin, di vî warî de endamê partiyê Ebdulfetah El-Ikir axivî.

Derbarê bandorên şerê li Sûriyê li ser belavbûna bêkariyê û bilindkirina rêjeya wê di nava çînên civakê de ji ber hilweşîna aboriya Sûriyê endamê partiyê Yihya Mehmûd axivî.

Piştre deriyê nîqaş û pirsan têkildarî rêbazên çareserkirina vê diyardeyê hate vekirin.

Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê; partiyek siyasî sûrî ye û sala 2014`an hate avakirin. Navenda wê ya sereke li Helebê ye û gelek şaxên wê li gelek bajarên Sûriyê hene. Ji bo pêkanîna armancên pirrengî, demokratîk û ne navendîbûnê dixebite.

(şx)

ANHA


Mijarên Din