Li Reqayê projeya malên plastîk hate vekirin

Îro, Komîteya Jinan bi koordînakirina tîma IPV’ê re bi armanca alîkariya jinên pêwîstwar, projeya malên plastîkî li gundê Reqa El- Semra yê gundewarên rojhilatê bajêr, vekir.

Bi armanca bilindkirina asta aboriya jinan û peydakirina debara jiyanê, îro Komîteya Jinan projeya malên plastîkî ji jinan re ku tê de hemû cureyên sebzeyan biçînin, vekir.

Di demeke ji 15 rojan dirêjtir nekir projeya ku bi rûpîvana 10 donimî ye hate bidawîkirin. Her wiha malên plastîkî hatin amadekirin û tê de tovên hemû sebzeyan hatin çandin.

Rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyroz Xelîl di vê derbarê de wiha got: "Pêkanîna projeya çandinî ya taybet ji bo  jinan, dihêle ku jin malbatê bi rê ve bibe.”

Di vê çarçoveyê de endama Tîma IPV Xewle Mihemed wiha da zanîn: "Ev proje rihê moraldayîna jinan disepîne. Her wiha proje hate bidawîkirin ku amade ye ji çandinê re. Dê piştevaniya me ji projeyê re piştî mohrkirina belgeyê bi Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê re heta salekê bidome. Sebze lê hate çandin û ji wê jî zêdetir 5 xezaneyên avê ji bo avdanê lê hene û proje bi temamî hate sererastkirin."

Xewle Mihemed got: “Proje radestî 52 jinên pêwîsdar bûne. Ev proje dê bibe destpêkirina rêzeprojeyên serkeftî. Armanca me ya yekemîn û dawîn ew e rakirina asta jiyanî ji wan re ye.”

ji aliyên xwe ve jî jinan spasiyên xwe ji Komîteya Jinan der bar vekirina projeyê de pêşkêş kirin û hêvî kir ku projeyên ku rihê moral û madî ku girîngiyê dide berjewendiyên jinan û dikeve xizmeta civakê, bidomînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din