Li Reqayê, projeya sendoqa alîkariya xizan û koçberan

Buroya Jinan a Şaredariya Gel a bajarê Reqayê sendoqa xêrê ji bo alîkariya koçber û hewcedarên li bajêr danîn.

Di demeke ku rêxistinên mirovî alîkariya koçber û hewcedaran nakin, buroya jinan a li bajarê Reqayê ji beriya 2 mehan ve sendoqa xêrê ji bo alîkariya koçber û feqîran û sînordarkirina xebitandina zarokan danîye.

Derdora 300 xêrxwaz beşdarî projeyê bûn, ji wan bijîşk, dermanfiroş, xwedanên ampêran û firinan in.

Li gel vê yekê 6 endamên buroya jinan serpereştiya projeyê dikin. Endam rojane rewşa malbatên xizan ji nêz ve dişopînin.

Komîteyê rewş wiha nirxand, destpêka heftiyê hejmara malbatan gihaşt 300 malbatî û li Yarûbiyê û Qehtaniyê ne.Malbatên hewcedar piraniya wan feqîr, jin, koçber û jinebî ne.

Kel û pelên sendoqeya mirovî ji cilên zarokan, parên xwarinê, alavên mal û pereyan pêk tê, li gel vê yekê komîteya tenduristî jî heye û alîkariya nexweşan dike.

Her wiha komîteyê bi xwedanên firin, kerac û ampêran re li hev kirine ku xizmetê bê pereyan bike, hem jî ji bo kesên bi nexweşiya penceşêrê û şekir û hin rewşên xeter ên ku zehmet e li bajêr werin dermankirin, kerta rêwîtiyê ji wan re peyda bike.

Rêvebera buroya jinan a Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Ewatif Îsa wiha axivî: "Ji ber feqîrtî û xebitandina zarokan me sendoqeya mirovî danî.

Ewatif bang li xêrxwazan kir, ku alîkariya feqîran di vî projeyê mirovî de bikin.

Di heman demê çend şêniyên spasiya buroyê kir, ku bi wan re bûne alîkar.

(eh)

ANHA


Mijarên Din