Li Reqayê pêşengeha xwendekaran

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê ji bo pêşxistina warê perwerdehiyê li bajêr û gundewar bênavber dixebite. Bi vê mebestê komîteyê pêşengehek wêne û karên destan ên xwendekarên dibistana Ebî Temam a seretayî vekir.

REQA

Ji bo bilindkirina morala şagirtan û teşwîqkirina wêneyê, îro rêveberiya dibistana Ebî Temam bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û tîma Afrînerên Pêşerojê pêşengeheke wêneyên û karên destan ên xwendekaran re vekir. Xwendekar, mamosteyên dibistana Ebî Temam, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û malbatên xwendekaran tev li vekirina pêşengehê bûn.

Di şahiyê de hejmarek komên girêdayî Komîteya Çand û Hunerê berhemên xwe yên hunerî ji şano û stran pêşkêş kirin.

Di şahiyê de Rêveberê dibistana Ebî Temam Elî Mistefa axivî û destnîşan kir ku tevî astengiyan lê warê perwerdehiyê gelek gav avêtine û ji bo gihaştina nifşek zane û pêşketî gelek hewldan têne kirin.

Piştî ku komên hunerî berhemên xwe bidawî kirin, pêşengeh li jêrzemîna dibistanê ji hêla hevseroka dibistanê ve Esma Behbûh hate vekirin. Paşê beşdaran jî li hola pêşengehê geriyan.

Xwendekara bi navê Dîna Abdullah a ku bi wêneyekê tev li pêşengehê bûye diyar kir ku wan bi rêya wêneyan hestên xwe parv dikin. Dîna wiha doman: "Em wek zarok divê moralê me bilind be, piştî ku çeteyên DAIŞ`ê me ji xwendinê bê par hiştin. Mîna van çalakiyan me teşwîqî xwendinê dikin."

Her wiha komîteyê şagirtin serkeftî xelat kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo pêşxistina warê perwerdehiyê û peydakirina hawîrdorek guncew ji bo pêşxistina xwendekaran li ser tevahiya astan, gelek hewldanan dike.

Ji dîroka rizgarkirina bajarê Reqayê ve ji destê QSD`ê ve di 20`ê Cotmeha 2017`an de hejmara mamosteyên Reqayê gihaşt 4 hezar û 100 mamosteyan ji her de zayendan. Komîteyê mamosteyan di dewreyên perwerdekirinê re derbas kirin. Hejmara xwendekaran jî gihaşt 120 hezaran û 281 dibistan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran hatin amadekirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din