Li Reqayê, QSD’ê dewreyên pispor bi dawî kirin

Îro, Akademiya Şehîd Ednan Ebû Emced a herêma El-Kesrat a Reqayê 4 dewreyên leşkerî yên şervanên QSD'ê bi dawî kirin.

Ji bo bi dawîkirina 4 dewreyan şahiyek hat lidarxistin, 3 dewre pisporî bûn û yek jî ji bo fermandarên QSD’ê bû. 130 endam beşdarî wan 4 dewreyan bûn. Di şahiya bidawîkirinê de endamên ji saziyên sivîl, leşkerî, rûspî û şêxên eşîrên Tebqa û Reqayê amade bûn.

Endaman perwerdeyên fikirî, leşkerî, çek, tektîkên şer û rêbazên fermandariyê standin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endaman toranek pêşkêş kir. Dûvre ji fermandarên QSD’ê Sefker Kobanê axivî û dewre li endaman pîroz kir û wiha got: "Divê destkeftiyên şehîdan werin parastin, xwedî li soz û sonda xwe derkevin û fikira neteweya demokratîk a ku dewleta Tirk ditirsîne, bisepînin."

Şahî bi sondxwarina endaman a li ser pêkanîna parastina rewa, şerkirina terorê, parastina netewe û yekitiya xakê, bi dawî bû.

(dm)

ANHA


Mijarên Din