Li Reqayê rewşa hunera şêwekarî

Hunera şêwekariyê ji xweşiktirîn hîsa çandî ye. Şêwekar bi tabloyên ku çêdike peyamek eşkere yan jî nixûmandî dide civakê.

Li bajarê Reqayê gelek şêwekar derketin û hewl dan wêneya bajarê xwe ji civakên din re ragihînin.

REQA Û DESTPÊKA PÊŞKETINA HUNERA ŞÊWEKARIYÊ

Li Reqayê di salên 50`î de hunera şêwekarî rastî gelek astengiyan hat. Dibistanên pêşxistina şêwekarî tune bûn. Madeyên ji bo çêkirina wêneyan jî nebûn. Civakê jî giringî nedida hunermedan, tenê ciwan û zarok teşwîqî mijarên zanistî ku feydeya madî têde heyî dikir. Vê yekê hişt ku nifşê ciwan ji hunerê dûr bikeve.

Sala 1966`an yekemîn pêşengeh li dibistanekê hate vekirin. Tê de tabloyên hunermendan; Ebid El-Mihsin El-Cedûi El-Ziwîb, Silêman El-Necim El-Mişrif û gelek hunermendên din bi çavdêriya Birnar Mehfûz hatin pêşandan. Birnar Mehfûz yekemîn mamosteyê hunerê yê li Reqayê bû.

Piştî di salên 60`î de gelek pirsporên şêwekariyê berê xwe dan Reqayê, dibistanên bajêr zengîn kirin. Piştre pêşangehên şêwekariyê li hola Sandîkaya Mamosteyên Reqayê, hola Navenda Çanî û holên dibistanan hatin lidarxistin.

Piştî demekê hunermendên Reqayê navendek hunerî vekirin. Kesên heskiriyê hunerê lê kom bûn. Ji wan hunermendan, Înayet El-Atar, Mihemed Sefwet, Talal Meala û Ehmed el-Feyad yekemîn pêşangeha şêwekariyê di 1977`an de li hola Navenda Çandî ya Erebî li Reqayê li dar xistin. Di heman salê de Wezareta Çandî navenda hunerên şêwekariyê li Reqayê vekir. Jê re tevahiya madeyên bingehîn û mamosteyên pispor peyda kir. Ji vê navendê gelek şêwekar der çûn û li ser destê wan li bajêr tevgera hunerî pêşket û berhem da.

Di destpê salên 90`î de ji ber ku Kombûna Hunermendên Reqayê ji welêt derketin, ruxmî hewldanên gelek hunermendan mîna Fewaz El-Yunis ê ku di nav dibistanên Reqayê de mamosteyê hunerê bû, tevgera hunerî li bajêr paşde çû. Lê dîsa jî Fewaz El-Yunis îsbat kir ku ev huner mîna beşên din ên xwendinê girîng e. Karî gelek pêşangehên komî û tekekesî yên ku hawirdora hewza Firatê û Reqayê bi taybet rave dike, li dar bixe.

HUNERA ŞÊWEKARIYÊ LI GEL ŞERTÊN ALOZIYA SÛRIYÊ

Piştî ku komên çekdar bajarê Reqayê di 2013`an de dagir kirin û hêzên hikumeta Sûriyê jê derket, Reqayê gelek hunermendên xwe winda kir. Gelek hunermed derketin derveyî welêt û hinek jî li bajêr man. Lê ji ber kiryarên komên çekdar bi taybet çeteyên DAIŞ`ê gelek hunermandan têkiliyên xwe bi hunerê re qut kirin. Ji wê zêdetir her hunermendê ku li dijî firkê vê rêxistinê disekinî dihat girtin.

Piştî ku bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, warê şêwekariyê bi awayekî balkêş pêş ket. Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê ya girêdayî Komîteya Çand û Şûnwaran rolek bingehîn û mezin di vejandina hunera şêwekariyê de lîst. Navend xwedî li hunermendan derket û bi rêya lidarxistina pêşangehên hunerî, şêwekarî û muzîkê, hunermendan kom kir.

Navendê piştî berbelavbûna gelê Sûriyê û qutbûna şêwekaran ji hunera xwe, careke din hunera şêwekariyê vejand. Ew hunermendên ku ji nû ve tev li tevgera hunerî bûne, bû tovika vegera ronakiya şaristanî ji bajêr re.

Navenda Çand û Hunerê ji girîngtirîn cihên şaristanî li bajêr e. Bi tevahiya beşên hunerî re têkil dibe. Di nav de şêwekarî. Hezkiriyên vê hunerê, di navendê de cihek dîtin ku karibin careke din giyana hunerî vejînin û tabloyên ku pêşerojek xweşiktir pênase dikin xêz bikin. Her wiha sûcên ku li dijî gelên Sûriyê di dirêjahiya salên borî de pêk hatine rave kirin. Ev tablo êdî bûn bîra çandî ya gelê Firatê.

Şêwekar Kewser El-Xelef (32) ji şêniyên bajarê Reqayê ye û beşa xêzkirinê xwendiye dibêje: “Dema navenda çandî li bajêr dihat amadekirin, ez tev li komek hunermend û wênesazan bûm. Berpirsên navendê tevahiya pêdiviyên komê peyda dikirin. Me gelek tabloyên ku rewşa bajêr ji ber sûcên DAIŞ, komkujiyên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê û rewşa jinan dema kontrolkirina DAIŞ`ê ji bajêr re, rave dikin, xêz kirin.”

Kewser got: “Îro pêşangeh li dar dikevin. Em tev li pêşengehên ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dardikevin dibin. Bi rêya wan pêşengehan me hunermendên din nas kirin. Ew hemû di bin banê navendên çandî de yên li herêmên Rêveberiya Xwesesr kom bûn.”

Şêwekar Emel Etar ji wênesaziyê hez dike, bi çalakî û tabloyên xwe tê naskirin. Ew niha di navenda çandî de waneyên hunerî çêdike.

Emel dibêje: “Piştî ku navenda çandî ya Reqayê wêran bû, Meclisa Sivîl a Reqayê navendek nû ava kir. Me têkilî bi gelek hunermend û rewşenbîrên Reqayê re çêkir da ku vegerin û li hev kom bibin. Yekemîn gava ku navendê avêt, bîrê hunermendên ku ji ber şer westiyabûn bi rêya xêzkirina taboloyên xwezayê rihet kir. Piştî xêzkirina gelek tabloyan, pêşangeh li Reqa û pêşangehên hevpar bi herêmên din re hatin lidarxistin.

Emel îşaretpê kir ku îro êdî hunermend dikarin bê astengî bi rêya tabloyên xwe rewşa gelê Sûriyê rave bikin û êdî gihaştine astekê ku tev li pêşengehan li dewletên derve çi Ereb an jî biyanî bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din