Li Reqayê êrîşa DAIŞ‘ê- Hate Nûkirin

Çeteyên DAIŞ‘ê êrîş birin ser baregeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li taxa Basil a rojavayê bajarê Reqayê.

Di demekê de ku îhtîmalên êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin çeteyên DAIŞ‘ê jî tevgera xwe xurt dikin.

Nûçegihanê me ji Reqayê ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê beriya 30 deqeyan êrîşî nuqteya QSD‘ê ya li taxa Basil a dikeve rojavayê bajêr kirin. Di navbera çeteyan û şervanên QSD‘ê de şer didome.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê baregehên DAIŞ‘ê kirin hedef.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandin ku îhtîmale ku êrîşên Tirkiyê dest pê bikin û hişyariya kareseteke mirovî kir.

ANHA


Mijarên Din