Li Reqayê salvegera avakirina Meclisa Ciwanan hat pîrozkirin

Ciwanên Reqayê bi dirûşmeya ‘Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeran ji Sûriyê derxînin’  yekemîn salvegera avakirina Meclisa Ciwanên Reqayê pîroz kirin. stada Firat başûrê Diwar El-Sea şahiyek lidar xist.

Ciwanên Reqayê bi dirûşmeya ‘Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeran ji Sûriyê derxînin’  yekemîn salvegera avakirina Meclisa Ciwanên Reqayê pîroz kirin. Pîrozbahî li stada Firat başûrê Diwar El-Sea hat lidarxistin.   Bi sedan şêniyan, ciwanên Reqayê û gundewarên wê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beşdarî şahiyê bûn. 

Qad bi wêneyên şehîdan û pankartên ‘Berxwedana Serdemê û rihê fedekarên Serdemê yê Efrînê bilind bikin. Me bi ciwantî destpêkir em ê bi ciwantî jî bi serbikevin’ hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Ciwanan a Reqayê Fîras, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê hevserok Meşleb El-Derwîş û bi navê Rêveberiya Reqayê Fehîme El-Casim axivîn.

Axêvêran salvegera meclisê  pîroz kirin û îşaret bi rola ciwanan kirin ku bi rêya dewreyên ku pêk tînin û çalakiyên di bajêr de dikin, ciwan kirin rêya rast.

Meclisa Ciwanan bi rêya senvîzsyonekê karûxebatên xwe pêşan dan.

Paşê Koma Filklora Reqayê gelek stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

ANHA


Mijarên Din