Li Reqayê şaneyek DAIŞ‘ê hat girtin

Yekîneyên Antî-Teror yên QSD‘ê li Reqayê bi çalakiyeke taybet hucreyek veşartî ya DAIŞ‘ê ku ji 7 kesan pêk dihat, girtin.

Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şevê din li bajarê bi çalakiyeke bi bandor girtin ser şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê.

Di sergirtinê de 7 endamên şaneyê hatin girtin û rêjeyek çek, cebilxane û madeyên teqemeniyên yên şaneyê hatin desteserkirin.

ANHA


Mijarên Din