Li Reqayê şehîdek hat oxirkirin û nasnameyên 7 şehîdan hatin eşekerekirin

Îro şêniyên herêma Keramê yên gundewarê rojhilatê bajarê Reqayê, cenazeyê şervanê QSD`ê Ismaîl Îsa yê ku dema li ser erka xwe şehîd bûbû, oxir kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 7 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

REQA

Bi sedan şêniyên herêma Keramê, nûnerên saziyên sivîl û hêzên leşkerî yên Reqayê cenazeyê şervanê QSD`ê Murad Reqa bi rastnav Ismaîl El-Îsa li Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê El-Cedîdat spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Keramê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ve ya bajarokê El-Cedîdat ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve pêk hat, destpê kir. Paşê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ruqeye El-Hemûd, yek ji fermendarên YPJ`ê Jîn Ehmed, endamê HPC`ê Silêman El-Ebid axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ`ê di bargeha xwe ya dawîn de li gundê Baxozê nefsa xwe ya dawîn distînin û gotin: “Ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê li herêmê hevgirtina gel pêwîst e.” Axêveran soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî bi dawîbûna axaftinan endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed bawernameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir. Paşê Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya 7 şehîdên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê, Şerê Tinekirina Terorê eşker kir.

Navên şehîdan wiha ne: Raêd Keramê bi rastnav Mihemed El-Abdullah, Agirî bi rastnav Fadî El-Exres, Mihemed bi rastnav Mihemed El-Hemed, Qemer Cewheriye bi rastnav Elî El-Hemûd, Zagros bi rastnav Telal Mehmûd, Rustem bi rastnav Xelîl Hesen û Qendîl Himêrat bi rastnav Hemed El-Qati.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Ismaîl El-Îsa di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên silvakirina berxwedana QSD`ê de spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din