Li Reqayê teqîn

Li Reqayê, mayîneke bi wesayîta Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya, di endamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn.

Mayînek saet 20:45‘an li nêzî taxa Teyar a bajarê Reqayê hatibû bicihkirin bi wesayîta Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya. Di teqînê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya.

Tîma Destweradana Lezgîn birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Li aliyekî din jî kesên nenas bombeyek destan avêtin wesayîteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li nêzê Otêla Odesayê ya navenda bajêr hatibû bicihkirin. Di teqîna li vir de tenê ziyanê madî çêbûn.

Hêzên Ewlehiyê cihê teqînê dorpêç kirin û lêpirsîn dane destpêkirin.

Heta niha ti aliyekî teqîn negirtiye ser xwe.

ANHA


Mijarên Din