Li Reqayê têkildarî zewaca xizman semînerek hate dayîn

Li Reqayê têkildarî zewaca xizman û bandorên wê yên neyinî li ser malbatê û civakê semînerek hate dayîn.

Komîteya Karûbarên Civakî û Komîteya Jin ên Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî zewaca xizman û bandorên wê yên neyinî semînerek li navenda çand û hunerê hate dayîn. Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Jinên Sûriyê û nûnerên Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di semînerê de amade bûn.

Semîner ji aliyê nûnera Buroya jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl, nûnera Buroya Astengdaran Emîra El-Hisên û pîrîa nexweşxaneya giştî ya jinan a Reqayê Gulîstan Mekê ve hate dayîn.

Feyrûz anî ziman ku herî zêde li Rojhilata Navîn zewaca xizman li pêş e. Di encama zewaca xizman de bi hezaran zarok nexweş û astengdar çêdibin.

Nûnera Buroya Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Emîra El-Hesen jî di semînera xwe de ev tişt anî ziman: "Rêjeya zewaca xizman li herêmê ji 20 heta 50 jî sedî ye, bandorên wê yên neyînî ji yên erênî pirtir in. Dibe ku di aliyekî de têkiliyên civakî di navbera xizman de xurt dikin lê li milekî din kareseteke li yên nû çêdibin. Li gorî serjmariyên dawî de zêdeyî 7 hezar kes li herêma Reqayê ji ber zewaca xizman astengdar in, hin jê yên herêmê ne û hin din koçber in."

Piştî dayîna semînerê beşdaran jî derbarê kêmkirina vê deyardeyê nêrînên xwe anîn ziman.

Di dawiyê de senevîzyoneke li ser mijarê hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din