Li Reqayê xebatên nû yên xizmetguzariyê

Şaredariya Gel a El-Hamrat a Reqayê kanalîzasyona bajarokê Reqa El-Semraa sererast kir, her wiha Buroya Ekolojiyê 180 dar li ser rêya her du bajarokên El-Hemrat û Reqa El-Semraa çandin.

Piştî ku şêniyên bajarokê Reqa El-Semraa yê Reqayê giliyên xwe der barê xerabûna kanalîzasyonê de ku zirar digihand şêniyan, pêşkêşî Şaredariya Gel kirin, yekser Şaredariya Gel El-Hemrat kanalîzasyon sererast kir.

Şaredariyê borî guhartin û 25 metre ji kanalîzasyonê ku ji demeke dirêj de xitimîbû, sererast kir. Her wiha Buroya Ekolojî û Xizmetguzariyê ya girêdayî şaredariyê 180 dar li ser rê û têketina her du bajarokên El-Hemrat û Reqa El-Semraa çandin.

Hevserokê Komîteya Ekolojî û Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel Abdulazîm El-Abûd der barê mijarê de wiha got: "Sererastkirina kanalîzasyona bajarokê Reqa El-Semraa, ji ber rewşa hewa dereng ma û me 180 dar çandin da ku bedewbûnê bide her du bajarokan û em ê li hemû herêman bi vê xebatê rabin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din