Li Reqayê xebatên pêşxistina aboriya jinan

Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê bi desteka Komeleya Bernameya Xizmetguzarî ya Jin û Şaredariya Gel a Reqayê 3 firne ji bo jinan vekirin

Li Reqayê xebatên pêşxistina aboriya jinan bê navber didome. Komîteya Jin a Meclisa Sivîl di çarçoveya plansaziya xwe ya îsal de 3 firne vekirin.

Amadekariyên firneyan zêdeyî 3 mehan dom kir. Firne îro bi merasîmekê li kolanên Qewetilî, Parka Beyda û taxa Ferdos hatin vekirin.

Bi dehan jin beşdarî merasîmê vekirinê bûn.

Rêvebira Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl axivî, vekirina firnan li jinan pîroz kir û got: "Armanca me ya sereke ya vekirina van projeyan pêkanîna  rêgeza xwetêrkirinê û pêşxistina aboriya xweser e. Li ser vê yekê divê em destekê bibin jinan da ku di her aliyan de xwe pêş bixin."

Feyrûz destnîşan kir ku berhêmên projeyê dê li xebatkarên firneyê ku hemû jin in û malbatên şehîdan werin belavkirin.

Firne dê ji saet 19:00 heta 15:00 bixebite.

ANHA

 


Mijarên Din