Li Reqayê xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyon û avê

Gerînendetiya Avê û Toreyên Kanalîzasyonê ya Reqayê ji zêdetirî sal û nîvekê ve bi derfetên kêm xebatên sererastkirina toreyên avê û toreyên kanalîzasyonê dimeşîne.

Gerînendetiya Avê û Toreyên Kanalîzasyonê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê bi armanca pêşxistina warê xizmetguzariyê li taxên Reqayê yên ku zirar dîtine û sivikkirina barê şêniyan, dest bi projeya sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û ava vexwarinê kir.

Gerînendetî hewl dide di projeyê de toreyên kanalîzasyonê û ava vexwarinê yên tevahiya taxên ku zirar dîtine, bi temamî biguherîne. Hejmareke mezin ji toreyên ava vexwarinê hatin guhertin û rogar hatin paqijkirin.

Taxên ku xebat lê bi dawî bûne

Şaredariya Gel piştî rizgarkirina Reqayê di 2017`an de, erka vegerandina tevahiya warên xizmetguzariyê yên pêwîst ji av, tenduristî û nan hilgirtin ser xwe. Şaredariya Gel a Reqayê di 10’ê Adara 2018`an de ava bû.

Şaredariyê xebatên sererastkirina xet û toreyên ava vexwarinê li taxên ku serjimariya wan zêde ne, bi dawî kir. Ev tax ev in; El-Mişleb, El-Teyar, El-Muxtîta, Rimêle, El-Romaniye, navenda bajêr, Firat, El-Cezra, Til Eswed, El-Sînaa, El-Nehda, El-Intîfada, Hîşam Bin Ebdulmelêk, Isbahiye û gelek taxên din.

Gerînendetiya Avê ji bo gihandina ava vexwarinê ji taxên din re mîna taxa Rimêle El-Şemalî, El-Endelus û El-Bedo yên ku toreyên ava vexwarinê bi temamî lê wêran bûne, xebatên xwe didomîne.

Gerînendetiyê hezar û 700 metre ji toreyên ava vexwarinê li herêmên cuda, hezar û 400 metre ji toreyên kanalîzasyonê li taxên Rimîle, El-Berazî û kolana Til Ebeyad guhertin. Xebatên gerînendetiyê di vî warî de heya roja me ya îro berdewam in. Aliyên têkildar dibêjin ku dê xebatên wan berdewam bikin heya ku Reqa vegere rewşa xwe ya berê.

Girêdayî mijarê endezyar û gerînendeyê Gerînendetiya Projeya Sererastkirina Toreyên Kanalîzasyonê Mihemed El-Hesen axivî û got: "Bi armanca sererastkirina toreyên kanalîzayon û avê li tevahiya taxên ku zirar dîtine, me dest bi projeya xwe kir. Wek şaredarî me erka çareserkirina pirsgirêkan hilda ser xwe.

El-Hesen destnîşan kir ku li ser bangewaziya şêniyan proje dane destpêkirin, dê tevahiya pirsgirêkên şêniyan û bajêr çareser bikin û dê warê xizmetguzariyê yê bajêr bi pêş bixin.

El-Hesen diyar kir ku niha hewl didin xetên sereke yên bajêr sererast bikin û wiha got: “Toreyên kevn gelek rizîne û ji ber tunelên çeteyên DAIŞ`ê yên ku kolandine, binesaziya bajêr xirab bûye. Em xebatên sererastkirina wan didomînin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din