Li Reqayê  yekemîn Konferansa Rêveberiya Jinan destpê kir

li Reqayê bi diruşma "Azadiya jinan bingeha demokrasî û giyanê guhartinê ye" yekemîn Konferansa Rêveberiya Jinan destpê kir.

Di konferansa ku li Hola Tac a naverasta bajarê Reqayê li dar dikeve de, bi dehan jinên bajêr û gundewarên wê bi cilên floklorî, endamên Meclisa Sivîl ên Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro, Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk Emîne Umer, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, şervanên YPJ’ê û şandeyên ji Minbic, Dêrazor, Tebqa, Herêma Cizîrê û Kobanê amade bûn.

Hola konferansê bi pankartên ku li ser dirûşmên "Jinên Ciwan pêşengtiya civakê ne, bi pêşengtiya jinan civak pêş dikeve, jin garantorê azadiya civakê ye, jina şervan garantora ewlehiya civakê ye, damarên dilên jinên Efrînê di damarên darên zeytûnê de ne" hatine nivîsandin û bi wêneyên şehîdên YPJ’ê hate xemilandin.

Axaftina destpêkirinê ji hêla endama Rêveberiya Jinên Reqayê Meryem Ebo ku konferansê li beşdaran pîroz kir dest pê kir.

Meryem tekez kir ku bi saya projeya neteweya demokratîk, hemû jin di aliyên jiyanê de dixebtin, ev jî bi saya Rêber Ocalan ku bi jinan û mafên wan îtîraf kiriye ye.

Piştre,  Endama Saziya Malbatên Şehîdan Şemse Salih axivî û wiha got :" Îro bi serbilindî li hember destkeftiyên ku jinan li dijî terorê pêk aniye, disekinin. Di me de heza welat da avakirin. Heke jin hate rizgarkirin tevahî civah rizgar dibe."

Konferans bi axaftina beşdaran didome.

Piştî axaftinan, dê rapora salane ji hêla endamê Rêveberiya Jinan a Reqayê û rêzikname bê xwendin û nîqaş li ser bê kirin, her wiha 7 rêveber jî ji bo Rêveberiya Jinan a Reqayê dê bên hilbijartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din