Li Reqayê yekemîn kongireya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê hat lidarxistin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê bi dirûşmeya "Sûriya demokratîk ne navendî, xurtkirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê" li bajarê Reqayê yekemîn kongirê xwe lidar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê îro li hola El-Tac a bajarê Reqayê yekemîn kongirê xwe lidar xist. Endamên partiyê yên bajarê Reqayê, şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, rûspî û şêxên eşîrên ereb ên gundewarên Humis û Hema her wiha şêxên eşîrên Reqayê beşdarî kongirê bûne.

Di kongirê de prespaktîfên rêxistinî û siyasî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê Iyad El-Xetîb ve hat xwendin.

Paşê Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan der barê aloziya Sûrî, berjewendiyên navnetewî, sîstemên desthilatdar de axivî. Îbrahîm El-Qeftan got divê şêwazekî çareseriyê li gorî hemû gelê Sûrî bi partî, ol û netewên xwe dûrî ajandeyên derve were dîtin.

Îbrahîm El-Qeftan wiha domand: "Hikûmeta Sûrî û li piştî wê Rûsya û komên oposizyona Sûrî yên di bin sîwana dewleta Tirk a dagirker de berpirsa bûyerên ku li herêmên Idlibê û gundewarên Helebê ji kuştin, koçberkirin û sûcên li dijî jin û zarokan rû didin."

Paşê Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Lîwa El-Şemal a Demokratîk û Meclisa bajarê Idlibê endamên partiyê şaxê Idlibê xelat kir.

Endama Partiya Pêşerojê ya Sûrî şaxê Idlibê Sefa Taha  der barê xebatê partiyê yên du salan ji destpêka ku partî di 27`ê Gulana 2018`an de hate avakirin, çalakiyên ku şaxê Idlibê beşdarî wan bûne heta tevlîkirina 825 endamî, şîrovekirian pîvanên partiyê di navbera beşdarên ji bajarê Idlibê, gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li wan dijîn, beşdarbûna hemû çalakiyên li Reqa, Hesekê û Minbic her wiha şermezarkirina dagirkeriya Tirk û sûcên wê de, axivî.

Di kongirê de endamên meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Idlibê (31 endam), ji wan serokê şaxê Idlibê û cîgirê wî, Tirkî Ehmed Dadû weke serok û Neîma Hisrim weke cîgir hatin hilbijartin.

Di dawiyê de Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Tirkî Ehmed Dadû daxuyaniyek da û têde tekez kir ku ewê xebatê partiyê bidomînin, girîngiyê bidin çareserkirina aloziya Sûrî, parastina destkeftiyan û şopandina rêya şehîdan bin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din