Li Reqayê zarokek 6 salî hat kuştin

Îro li taxa El- Idîxar a navenda Reqayê di avahiyek xirabûyî de cenazeyê zarokek 6 salî hat dîtin. Heta niha deteyên bûyerê nayên zanîn.

Malbata zarokê bi navê Xelîl Ebdulrezaq ji hefteyekê ve  ragihandiye ku zarok wenda ye. Lê îro zarok di serşoka avahiyek wêrankirî de li taxa El-Idîxar hate dîtin. Cenazeyê zarok dida diyarkirin ku zarok ji mêj de miriye.

Aliyên ewlekariyê dibêjin zarok ji ber derbeyek bi amûrek tûj di dil de hatiye kuştin. Li gorî bijşîkê şerî yê ku cenazyê zarokê test kiriye destnîşan kir ku zarok ji hefteyekê ve wefat kiriye.

Ev cara yekem e ku piştî rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê pêk tê. Aliyên ewlekariyê yekser dest bi lêkolînan kir da ku deteyên bûyerê eşkere bike û sûcdaran bigire.

Her wiha aliyên ewlekariyê bang li şêniyan kirin ku çavdêriya zarokên xwe bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din