Li Reqayê zêdetirî 7 hezar dar hatin çandin

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di 15`ê Adarê de pêngava çandina daran, li rêyên sereke yên bajêr û çerxerêyên sereke wekî çerxerêya Neaîm û Idxar dabûn destpêkirin.

Bi aramnca jinûve vejînkirina jiyanê li bajêr û vegera bedewiya bajar, Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di 15`ê Adarê îsal de dest bi pêngava çandana daran kiribû.

Şaredariyê  li hemû kolan û taxên bajêr, daketinên bajêr wekî çerxerêya Firûsiyê, Idxar û Neaîm û hejamrek ji bexceyên giştî yên li navenda bajêr dar çandin.

Hevserokê şitilgeha herêmî ya li bajarê Reqayê ku girêdayî Şaredariya Gel e Mihemed Ibrahîm derbarê mijarê, ev tişt got: “ Pêngava çandina daran bi hevkariya Şaredariya Gel a Navendî hatiye destpêkirin, bi taybet ku tevahiya bexceyên bajêr dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de xeran bûbûn.”

 Mihemed Ibrahîm di dewama axaftina xwe de teqez kir, di  pêngava çandinê de, zêdetirî 7 hezar şitilên ji hemû cûreyên darên hatin çandin.

Hêjayî gotinê ku bajarê Reqayê ji ber axa xwe ya baş, bi bexceyên xwe tê naskirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn