Li Reqayê zirarên ji ber lehiyan û alîkariya şaredariyê

Ji ber lehiyên ku îro li gundên girêdayî her du bajarokên Hews û Cedîdat yên gundewarê rojhilatê Reqayê rabûne, ziyanên madî gihaştin milkên şêniyan. Pirên li ser geliyên Hews û Cedîdat jî zirarek mezin dîtin. Şaredariya Gel jî hewl dide alîkariyê pêşkêşî şêniyan bike.

Di encama baranên ku duh bi şev barîne îro lehî li hindek geliyên gundewarên bajarokê Hews û Cedîdat ên gundewarê rojhilatê Reqayê rabûn. Lehiyan zirar da zeviyên şêniyan. Zirar gihiştin hinek pirên li ser geliyên gundê Xes Ecîl a ku riya Reqa û Dêrazorê bi hev ve girê dide. Di encamê de rê qut bû.

Li ser wê Şaredariya Gel a Hews û Cedîdat bi koordîneya Buroya Xebatên Fenî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi lez rê vekirin û şêniyên ku  asê mabûn xilas kirin. Şaredarî hewl dide ava baranê bi riya vekirina kanalan ber bi çemê Firatê ve vebike.

Her wiha şaredariyê ebara geliyê Xes Ecîl ji bo hêsankirina tirafîkê heya sererastkirina pira ku zira dîtiye vekir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hews Tirad Şedadê ji ajansa me re axivî û got: "Ji ber baranê zirar gihiştiye 30 malan. Li ser wê me ji nîvê şeva duh ve dest bi xebatê kir, da ku em şêniyên di malên xwe de asê mane xilas bikin. Tevî wê jî me kanal vekirin da ku ava di nav gundana de kom bûye ber bi geliyên ku gihêjin çemê Firatê ve biherike."

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo seretrastkirina geliyê Xes Ecîl û  paqijkirina toreyên çandiniyê ji bo hêsankirina derbasbûna ava ku ji geliyan tê 10 tirekes (alavên şaredariyê yên mezin) eyar kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din