Li Reqaya amadekariyên pêşwazîkirina hilberîna genim

Şirketa pêşxistina civata çandinî ya Reqayê amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina mewsima îsal temam dike. Şirketê navendên depokirina hilberînê amade kirin. Tê payîn ku şirketê derdora 100 hezar ton pêşwazî bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baran bi miqdarên baş barî, ji ber wê cotkar teşwîq bûn ku rûberên berfireh ji her du hilberînên genim û ceh biçînin. Her du hilberîn, ji girîngtirîn hilberînên çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên hesibandin.

Şirket armanc dike ku warê çandiniyê ya gundewarê Reqayê bi rêya wergirtina hilberînê ji cotkaran, pêşkêşkirina pêdiviyên sereke ji cotkaran re wekî semad, derman, tov û turikên taybet bi buhayên guncew pêş bixe.

Bi nêzikbûna mewsima çinînê re Buroya Rêveberiya Depoyan a girêdayî Şirketa Pêşxistina Civata Çandiniyê 4 depoyên genim li her çar gundewarên Reqayê; Mezreêt Bedir, El-Sehlebiye, El-Rafqa û El-Şirkirak bi temamî ji bo wergirtina hilberîna genim amade kirine. Li gorî endamê rêveber ê şirketê, şirket dê 90 hezar ton genim ji cotkaran werbigire.

Şirketê ji bo wergirtina genim mekanîzmeyek diyar kir ku li gorî wê cihek were veqatandin da ku piştre derbasî embaran were kirin. Ev cihê dê ji aliyê Komîteya Çandiniyê ve were amadekirin. Her wiha ji bo wergirtina hilberînê ji cotkaran bi awayekî rêkûpêk, şirket dê kadroyek xwedî tecrube eyar bike.

Hevserokê Şirketa Pêşxistina Civata Çandiniyê Ehmed El-Elî girêdayî girîngiya şirketê û armancên wê got: "Ev şirket ji bo desteka cotkaran li Reqayê dê projeyek mezin be. Piştî zehmetiyên salên borî şirket pêşxistina warê çandiniyê armanc dike û dê tevahiya pêdiviyên cotkaran peyda bike."

El-Elî wiha domand: "Em hewl didin tevahiya hilberînan werbigirin. Desteya Aborî ya Bakurê Sûriyê di rojên pêşiya me de dê buhaya kirîna hilberînê ji cotkatan diyar bike."

(şx)
ANHA


Mijarên Din