Li Rojava rewşa stranên şoreşê  

Bi pêvajoya şoreşa Rojava re di aliyê hunerî de stranan roleke girîng di vejandina rihê civakbûyîn û welatparêziyê de lîst. Lê di nava heft salên şoreşê de asta bandora stranan li civakê cûda bû. Gelo rewşa niha ya stranan li Kobanê gihiştiye çi astê?

Huner bi taybet bi beşê xwe yê stran wekî xwarinê giyanê dide mirovan. Yek ji hunera herî kevin e ku ji beriya hezarên salan heye û ji nifşekê derbasî yekî din tê kirin.

Mijara stranan li cem gelê Kurd, li Kurdistanê û derveyî wê cûda bû. Pergalên ku xaka Kurdistanê parçe kirin û dagir kiribûn gelê Kurd ji gelek mafên xwe bi taybet axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hiştin. Lê dengbêjên Kurd ji bo ku serpêhatî û çîrokên gelê Kurd winda nebin, kirin stran û ji tinebûnê parastin.

Komên stranên Kurdî bi stranên di çalakî û munasebetan de parve dikirin, bandor li civakê kirin. Ji salên 80‘î de bi taybet li çiyayê Kurdistanê stranên ku zilam û zordestiya li ser gelê Kurd veguherîn stranên şoreşgerî ku banga têkoşîna li hemberî dagirkeriyê dikirin.

Kobanê, bajarê Rojavayê Kurdistanê, dergûşa Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek şer lê rûdan, wêranbûn û koçberbûn lê çêbû. Lê li hemberî van bûyeran berxwedaneke mezin ku bala tevahî cîhanê kişand hate kirin. Di vê çarçoveyê de rola stranan di pênasekirina şoreşê û berxwedana Kobanê de derket pêş.

Ji komên hunerî yên li kantona Kobanê, Koma Botan heye. Koma Botan di sala 1983‘an de hate avakirin. Kom ji beşên stran, govend û şano pêk tê. Kom bi stranên xwe yên şoreşgeerî û folklorî yên Kurdî dihat naskirin. Koma Botan bi destpêka şoreşê re bi rêya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest bi komkirina behreyên hunerî kir û gelek komên din ava kirin ku erka parastina nirxên hunerî yên şoreşê girtin ser xwe.

Koma Botan gelek komên hunerî ava kirin ku bi awayekî çalak beşdarî hemû şahiyên li herêma Firatê dibûn, wekî Koma Gulav, Koma Gîvara, Koma Kevneşopî û Koma Şehîd Yekta ya Şanoyê. Li navendê di dirêjahiya sale de perwerde di her qadên hunerî de têne dayîn.

Ji endamên Koma Botan Osman Bekê têkildarî xebatên komê axivî û wiha got: "Di şoreşa dîrokî ya Rojava de nabe dengbêj bêje ku karê wî tenê huner e, an jî stran çêkirine û gotine. Lê dema ku azar û êşa gelê xwe parve bike û li ser wan stranan çêbike wê demê dibe hunermendê pêşengê civakê."

Li ser bandora komên stranên Kurdî li civaka kantonê, Bekê got: "Her tiştên girêdayî doza Kurdî girîng e û di civaka me de tê hezkirin. Di salên borî de stranên li ser berxwedana Kurdan pir dihatin guhdarkirin û hezkirin. Di salên şerê li Kobanê de berxwedaneke mezin hate nîşandan, stran û dîmenên berxwedana Kobanê ne tenê li Kurdistanê li hemû civakan bandor kirin. Di roja me ya îro de jî em li pêşberî xeteriyeke mezin in. Ew jî ewe ku beşê ciwanan stranên sivik, ji şoreşa civakî û exlaqî re ti wateya wan tine, guhdar dikin.”

Koma Botan niha jî li gel bi dehan komên hunerî yên Rojava amadekariyên salvegera 7‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê dikin.

(bm)

ANHA


Mijarên Din