Li rojavayê Helebê li dijî nuqteyeke artêşa Tirk êriş; leşkerek birîndar bû

Kesên nenas li rojavayê Helebê gule li nuqteyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker reşandin. Di encamê de leşkerekî Tirk birîndar bû.

Çekdarên nenas nuqteyeke artêşa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Batbo yê li rojavayê Helebê, gulebaran kir. Di encamê de leşkerekî Tirk birîndar bû.

Li gorî SOHR`ê kesên nenas di 3`yê Çileyê de, li dijî maşîneyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li bakurê Idlibê êrişek pêk anîbû.

(dx)

ANHA


Mijarên Din