Li rojavayê Kirmanşanê teqîn

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê daxuyand ku li herêma rojavayê Kirmanşanê teqîneke çêbû.

Heta niha encama teqîn û hejmara kesên birîndar bûne nehat zelalkirin. Ajansa Isana daxuyand ku şewata ku çêbûye bi sedema teqîna erebeyên ku tê de sotemenî hebûn, bû.

Malpera Îran International dîmenek li ser tevna civakî ya Îranê weşand ku tê de şewateke mezin li depoya sotemeniyê ya li herêma sînaî ya bajarokê Dolt Abad a parêzgeha Kirmanşanê diyar dibe.

Ji dawiya Hezîranê de, rêzeteqîn û şewatên li nuqteyên leşkerî, sînayî, nukleer, kargehên petrol, stasyonên enerjî, kargeh û şîrketan çêbûn.

 (fr)


Mijarên Din