Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş

Polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirk a dagirker nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê li aliyê rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Dewriye ji 4 panzêrên Rûsya û 4 panzêrên dewleta Tirk û 2 firokeyên Rûsyayê pêk dihat, ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir.

Tê payîn ku dewriyeya hevbeş ber bi gundên Carqelê, Cibinê, Beyadê, Zormexawir, Meşko, Beynder, Qereqiwê, Tehtanî, Qolê, Sosan, Boban, Xoroxorî, Dîkmadaş û Qeranê re biçe û paşê li gundê Aşmê bisekine û panzêrên dewleta Tirk ji wir derbasî erda xwe bibin.

Dewleta Tirk a dagirker û Rûsya li ser esasê hevpeymana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 22’yê Cotmeha 2019`an de îmze kiriye, dewriyeyan bi rê ve dibin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din