Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê

Piştî 14 rojan careke din polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Dewriyeyê ji gundê Aşmê yê nêzî sînorê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir û ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

Tê payîn ku dewriye ji gundên Aşmê, Carqelê, Qeran, Dîkmetaş, Boban, Seftik, Til Şeîr ê nêzî rojavayê bajarê Kobanê re here û di gundên Sosan, Qewle, Qerequwa Tehtanî, Mişko û Cibinê re vegere û paşê jî vegere gundê Aşmê.

Şêniyên gundan dema dewriye derbasî nava gund bûn, bi keviran ew pêşwaz kirin û derbasbûna panzêrên Tirkiyê ji xaka Sûriyê re red kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman bertek derdikevin û hedefgirtina dewleta Tirk ji sivîlan re şermezar dikin.

Helîkopterên Rûsyayê gaz avêt sivîlan û hewldana belavkirina wan kir.

)eh(

ANHA


Mijarên Din