​​​​​​​Li rojhilat û başûrê Sûriyê bombebaran

​​​​​​​Duh ji rojhilat heta bi başûrê Sûriyê gelek derbe pêk hatin, hin Îsraîlê girtin ser xwe û hin jî nenas in, gelo duh çi rû da?

 

 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku nêzî 15 endamên hêzên alîgirên Îranê ji welatiyên Iraqê di derbeyên balafirên nenas de li gelek nuqteyên li bejahiya Bokemalê hatin kuştin.

Duh balafirên şer ên nenas ji saet 5 heta bi 7’ê êvarê derbeyên dijwar li dijî nuqteyên hêzên Îranê pêk anîn. Derbe li baregeha Îmam Elî, nêzî Seka û kûrahiya bejahiya Bokemalê ya bejahiya Dêrazorê pêk hatin. Di encamê de nuqte û depoyên cebilxaneyê hatin wêrankirin.

Li gorî SOHR’ê erebeyên leşkerî yên girêdayî wan hêzan piştî derbeyan, kuştî û birîndar birin Iraqê û hêzên Îranê di hundirê Bokemalê de ketin rewşa awarte.

Li aliyekî din jî duh teqîneke dijwar li herêma Hezam Exder a başûrê Bokemalê ya bejahiya Dêrazorê di encama derbeyên balafirên şer ên nenas de ku nuqteyên Îranê hedef girtibûn, çêbûn.

BAŞÛRÊ WELÊT

Roja duşemê Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand ku sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê bersiva bombebarana Îsraîlê ya li ser başûrê welêt da.

SANA’yê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî wiha da zanîn: "Di saet 22:40`an balafirên Îsraîlê moşek ber bi hindek nuqteyên me yên ber bi Qûneytrayê ve avêtin û di encama wê de tenê zirarên madî çêbûn."

SOHR’ê ragihand ku ji ber topbarana Îsraîlê li ser baregehên leşkerî yên li herêma Tel Ehmer a gundewarên başûrê rojavayê Qûneytrayê dengê teqînên dijwar hat bihîstin.

Îsraîlê tekez kir ku çekên wê yên hewayî baregehên artêşa Sûriyê yên li başûrê welêt kirin hedef. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got balafirên şer baregehên girêdayî artêşa Sûriyê kirin hedef û ew jî cihên şopandin, komkirina agahiyan û çekên li dijî balafiran bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku bombebaran wek bersivdayîna ji bo danîna mayinên ku li başûrê Colanê hatine danîn, pêk hat. Li gorî artêşa Îsraîlê ku di encama wê de 4 çekdar birîndar bûn.

Ji sala 2011`an de Îsraîl gelek êriş li Sûriyê pêk anîne. Hikumeta Sûriyê destekê ji Îran û Hizbullaha Lubnanê ku Til Evîv wan wek dijmin dibîne, digire.

Di 20`ê Tîrmehê de di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser başûrê Şamê de 5 endamên alîgirên Îranê, di navde endamekî Hizbullaha Lubnanê, hatin kuştin. SOHR’ê jî got di encama wê de 11 birîndar çêbûn, ji wan 7 leşkerên Sûriyê ne.

(fr-bx)


Mijarên Din