Li rojhilatê Girê Spî jî dewriyeyên hevbeş dest pê kir

Hêzên DYA’yê yên di Koalîsyona Navneteweyî de bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî dest bi dewriyeyên çavdêriyê li rojhilatê bajarê Girê Spî kir.

Nûçegihanên ajansa me ragihand ku hêzên DYA’yê yên di Koalîsyona Navneteweyî de bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî îro sibehê ji gundê Heşîşê li rojhilatê bajarê Girê Spî dest bi dewriyeyên çavdêriyê kir.

Derketina dewriyeyan di çarçoveya lihevkirinên li ser mekanîzmaya ewlehiyê ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera QSD`ê û Tirkiyê de çêbû, pêk tê.

Gava yekemîn ji lihevkirinê, rakirina mewzî û noqteyên QSD`ê ji herêma di navbera bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de bû.

Her wiha di çarçoveya gava duyemîn de, derketina dewriyeyên leşkerî di navbera hêzên koalîsyonê û meclisên leşkerî yên herêmî de ku nuqteyên piştî vekişandina QSD`ê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê girtin.

Di dewriyeyê de 10 erebeyên leşkerî yên DYA’yê hene, her wiha balafirên koalîsyonê li asîmanê herêmê digerin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din