Li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevbeş

Vê sibê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Xerîb ê rojhilatê Kobanê dest bi dewriyeyekê kir.

Dewriye ji 4 panzêrên  her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

Tê payîn ku dewriye di gundên Xerîb, Elîşar, Kortik, Til Hacib, Qebaciqa Biçûk, Holaqî, Xirbistan Tehtanî û Qeremox re derbas bibe û dîsa vegere cihê xwe yê destpêkê.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din