Li rojhilatê Kobanê frokeyek keşfê ya dewleta Tirk kete xwarê

Îro li rojhilatê Kobanê li nêzî sînoran, frokeyeke keşfî ji cureya dron a girêdayî dewleta Tirk kete xwarê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidexistin, bê êvarê li nêzî gundê Til Hacib ê li rojhilatê Kobanê bi 9 km, frokeyek kefşê ya dewleta Tirk kete xwarê.

Froke, bi 4 km dûrî sînoran li kantonê kete xwarê.

Tê destnîşankirin ku frokeyên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker hertim li asîmana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digerin.

(şx)

 


Mijarên Din