Li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,2 erd hejiya.

Hate ragihandin ku erdhej 22 kîlometreyan li başûrê bajarê Sûmarê  û 10 kîlometreyan di binê erdê de pêk hatiye.

Waliyê Kirmaşanê Hûşeng Bazvand daxuyanî da televîzyonê û got ku “Heta tiştek bi kesî nehatiye." Piştî lehiyê, erdhejê jî xisareke zêde da gel.

Li heman herêmê di Mijdara 2017’an de bi pîleya 7,3 erd hejiyabû û herî kêm 620 kes miribûn û 12 hezar kes jî birîndar bûbûn.


Mijarên Din