Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan di roja 11’an de didome

Xwepêşandanên ku li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kiribûn û vegeriya serhildana gelên Îranê, di roja 11’emîn de berdewam e.

Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ev 11 rojin li dijî qetilkirina Jîna Emînî û zordestiya rejima Îranê li qadan in.

Îşev jî careke din li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daketiye qadan û bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê tînin ziman.

Li gor agahiyan li bajarê Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê gel carek din herikîne qadan û bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ hêrsa xwe ya li dijî zilma rejima Îranê tînin ziman.

Her wiha hat gotin, di saetên şevê de li Tehran û derdora wê li gelek cihan gel daketiye qadan û di navbera wan û hêzên rejimê de pevçûn derdikevin.

Li gor zanyariyên Kolber news’ê, îşev gel li bajarê Çabehar rûbirûyê hêzên ewlehiyê bûne û hêzên ewlehiyê neçar mane ji bajêr derkevin û avahiyên hikumetê ketine dibin kontrola gel de. Lê ev agahî ji aliyê ti çavkaniyek din ve nehatiye piştrastkirin.

Li gor bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes hatine kuştin. (Ji bilî amarên duh û îro). Rêxistina mafê mirov diyar kir ku ji ber qutbûna înternetê ew nikarin zanyariyên zelal wergirin.


Mijarên Din