Li rojhilatê Senaayê hejmarek ji hêzên Hûsî hatin kuştin

Hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku li eniya Selb a girêdayî midûriyeta Nehim li rojhilatê Senaayê hejmareke çekdarên Hûsiyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda ragihandinê a hêzên çekdar a Yemenê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa nîştimanî li eniya Selb kemînek ji milîsên Hûsî re danî û di encamê de çend endamên Hûsî hatin kuştin û birîndarkirin û yên din jî reviyan.

Her wiha li gorî daxuyaniyê artêşê çek û cebilxaneyên bi milîsên Hûsî re desteser kirin.

Navenda ragihandinê a artêşê dîmenên cihên ku li midûriyeta Nehim a rojhilatê Senaayê hatine rizgarkirin, weşandin.

(oh) 


Mijarên Din