Li Rojhilata Navîn şer û aloziya li ser gazê

Her şer û nakokiyek xwedî jeopolîtîk e û sedemên wê yên aborî hene, di encama van şeran de qurbanî û wêranbûn çêdibe. Ev ji bo bûyerên ku li ser xaka Rojhilata Navîn rû dide jî derbasdar e. Lê şerê gazî di navbera hêzên herêmî û navdewletî de kûrtir e.

Şerê navdewletî ne tenê li ser çek û petrolê ye, lê belê ji beriya salan ve veguheriyê şerê enejiya paqij. Lê di rastiya xwe de nepaqij e. Enerjiya qala wê tê kirin bi xwîna gelên herêma Rojhilata Navîn tev lihev bûye, gelê ku berdêlê pevçûna li xetên gazên didin.

Ji bo ev mijar hîn baştir were fêmkirin, dive em rûdanên pevçûnan li herêmê binerin.

Ji bo krîzên li Rojhilata Navîn were fêmkirin divê em rûdanên heyî li herêmê bi pêşketinên ku li ser asta navdewletî û nakokiyên mezintirîn hêzên cîhanî ve girê bidin.

Destpêka şerê ji bo gazê

Şerê ji bo gazê ji destpêka hilweşandina Yekitiya Sovyetê dest pê kir. Rûsan fêm kirin ku êdî şer û bikaranîna çekan wekî jêdera hêzê binkeftî ye û asta wê ya di cîhanê de winda kir. Ji aliyekî din tecrûbeyên Amerîkayê baş xwendin, ji ber ku Amerîkayê bi tevgerkirina li herêmên petrolê dikarîbû pêşketinên mezin bi dest bixîne û dest deyene ser biryara siyasî ya navdewletî. Li ser vê yekê Rûsya berê xwe da enerjiya alternatif û hewl da ku derxistina gazê keysbaz bike.

Di vê çarçoveyê de Rûsya ji bo cihê xwe di sûka enerjiya Ewropayê de xurt bike gelek xetên gazê kişandin, Amerîkayê wekî berbijêreke siyasî ji bo rêgirtina li pêşiya hegemoniya Rûsya di sûka Ewropî û cîhanî de bi desteka hin aliyan ket nav tevgerê. Li aliyekî din jî gelek projeyên xetên veguhestina gazê ku Çîn, Hindistan û Pakistanê pejirandine hene.

Zeviyên gazên yên li Rojhilata Navîn hatin vedîtin

Kifşkirina qadên gazê li Rojhilata Navîn di sala 2000‘an de dest pê kir. Dema ku şirketa British Gas a girêdayî şirketa British Petroleum zeviyê "Xeza Marîn" ku 36 km dûrî peravên Xezayê ye. Tê texmînkirin ku rezerva wê ya gazê derdora yek trilyon fît kabik e.

Di Çileya 2009‘an zeviyê Tamara hate kifşkirin. Li gorî lêkolînên jeolojîkî, li seranserê herî kêm 10 trîlyon fît kabik hene. Zevî ji 90 kîlometreyan dûrî peravên bakurê Fîlîstînê û 1650 metreyan di binê deryayê de ye.

Di heman salê de zeviyê Aphrodite ku hate dîtin 180 km dûrî perava başûr-rojavayê Qibrisê, li kûrahiyek 1,700 metre di binê deryayê de ye. Rezerva gaza wê ya xwezayî nêzîkî 9 trîlyon fît kabik e.

Di sala 2009‘an de zeviyê "Dalît" hate vedîtin ku 60 km li rojavayê bajarê Xidêra yê bakurê Filistînê ye. Hilbirîna wê ya gazê di navbera 0,35 û 0,5 trîlyon fît kabik e.

Di sala 2012 an de, du zeviyên din di deryaya Filistînê de hatin kifşkirin; yekem zeviya "Tanin" bû. Texmînên destpêkê yên rezervên wê yên gazê 1,2 trilyon fît kabike bûn.

Ya duyemîn zeviya "Leviathan" e, ku xwedî 17 trîlyon fît kabik gaz e. Ev zevî 135 km dûrî peravên bakurê Filistînê li nêzî bajarê Hêfa ye, li kûrahiyek 1600 m di binê behrê de ye.

Zeviya dawî "Zohr" e, ku di sala 2015‘an de ji hêla şirketa "Eni" ya Îtalî ve hat vedîtin û zeviyê herî mezin di Deryaya Spî de ye. Zeviya "Eni" ya gazê derdora 200 km dûr peravên bajarê Bor Saîd ê Misrê ye. Rezerva wê ya gazê 20 trilyon fît kabik e.

Li gorî texmînan, "Eni" di sala yekemîn a berhemdayînê de derdora milyarek fît kabik derxist û heta sala 2019‘an 2.5 milyar fît kabik derxist. E hilber dê nêzîkî 40% ji hilberîna gaza Misrê bike.

Rojhilata Navîn.. li ser boriyên gaze hevpeyman

Xeteriya herêma Rojhilata Navîn li ser ewlehiya cîhanê ji demên berê zêdetir bûye. Ev yek xwe dispêre du sedemam. Yekem veguherîna pergala cîhanî ber bi pergalê sê alî (Amerîka, Rûsya û Çînê). Duyemîn, vedîtina gazê bi rêjeyên mezin e.

Her çend ku rêjeya petrola hatine vedîtin ne pir be jî, lê dikarin qaîdeyên lîstikê biguherînin, ji ber ku ew nêzikî Yekîtiya Ewropî, ya ku bazarek girîng a gazaê ye. Ev sûk bi piranî bi gaza rûsî û îranî ve girêdayî ye û di tirkiyeyê re derbas dibe. Ewropiyan hêvî dikin ku ji bilî Rûsya û Îranê çavkaniyên cûda yên gaz peyda bikin û naxwazin di Tirkiyê re derbas bibe ji ber aloziya têkiliyan bi van sê welatan re.

Kifşkirina gazê ya nêzî Ewropa ji Yekitiya Ewropa re hêvî û fersendek e ku çavkaniyên xwe yên gazê cihêreng bike. Li beramberî wê ji bo sê welatan; Rusya, Tirkiye û Îran pirsgirêkek derdikeve.

Tevî ku ev miqdar mezin nîne jî, lê belê ji bo welatên ku gaz lê heye (Îsraîl, Misir, Yewnanîstan û Qibris) bûye mijara mirin û jiyanê ye. Mînak li Misirê berhêmê ku ji zeviya "Zoher" derdikeve 30 trilyon m3 e, ev rêje têra wê 10 salan dike.

Di encamên kifşkirina gazê de di navbera dewletên sûdmend û dewletek din ê bi bandor hevbendî dest pê kirin. Dewletên sûdmend bi serkêşiya Misirê "Foma Gaza Deryaya Spî" ava kirin, ku ji Îsraîl, Filistîn Urdun, Yewnanîstan û Qibrisê pêk dihat. Ev hevalbend bi piştgiriya Dewleta Yekbûyî ya Amerîka û Ewrûpa hate avakirin. Ji ber ku herdu alîgir hewl didin xeta boriya ku ji van welatan digire rasterast wê bighînin bi aliyê xwe ve.

Welatên ziyan dibînin, Tirkiyê, Îran û Rûsya ne, li dijî hevbendiya sûdmend hevbendiyeke dijber ava kirin. Ji encamên vê hevalbendiyê xeteke nû ku gazê ji Rûsya bi rêya Tirkiyê dighîne Ewropayê " Turk Stream" hate kişandin. Li aliyeke din jî Tirkiyê li hemberî cezayên Amerîka û Ewropayê yên li ser Îranê dê destekê bide Îranê.

Di encamên kifşkirina gazê nakokiyên zelal derketin. Ya sereke nakokiyên Tirkiyê û Qibrisê ye ku Tirkiyê di sala 1974 beşek jê dagir kir û Komara Qibirisiyên Tirk ragihand ku tenê Tirkiyê îtîrafê pê dike.

Tê texmînkirin ku nakokî di navbera Lubnan û Îsraîlê de jî derkeve.

Her wiha di navbera Rûsya û Amerîkayê de nakokiyên ne zindî hene. Rûsya dixwaze di vedîtina petrolê de hertim şirîk bimîne. Li beramberî wê jî Amerîka hewl dide rûsya ji vê yekê dûr bixîne.

Der barê mijarê de lêkolîner û şêwirmendê têkiliyên navdewletî Elî Yehya ji ajansa me re axivî û got: " Tevî erêkirina hemû netewên cîhanê lê Amerîkayê Peymana Kyoto red kir. Ev peyman di sala 1992‘an de li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîl hate îmzekirin, ku ferz dike gaza xwezayî wekî dostê ekolojiya li şûna petrolê di destpêka sedsala 21‘an de bikarbîne. Tevî pejirandina hemû netewan, lê Amerîka ji ber ku ew xwedî rezervên wê ne bes in ne pejirand. Bi vê yekê qonaxa veguheztina gazê wekî alava aborî siyasî dest pê kir."

Yehya her wiha diyar kir ku neteweyên yekbûyî dest bi hewldanên desteserkirina kaniyên gazê û rêyên peydakirinê kir. Her wiha nehişt dijberên wê û aliyên din gazê di warê aborî de bi kar bînin û hêza xwe ya siyasî xurt bike. Yehya got: "Ji vir de em hewldanên neteweyên yekbûyî fêm dikin. Yekem fişarê bike ku gaza Rûsya ya dighêje Ewropa bi gaza Qeterê ve biguhere. Wekî tê zanîn li gorî hejmarên ku Daily Mail weşandiye, Ewropa hewcedariya xwe ya ji gaza Rûsya ji sedî 35 bi cih tîne, ev yek jî ji Rûsyayê re wekî kaxezeke aborî û siyasî ye."

Gaza Rûsya- Qeter plana wê heye di bajarê Humisê de derbas bibe

Elî El-Yehya wiha domand "Veguhestina gaza Rûsya bi ya Qeterê dê bi rêya boriyên gazê be ku ji Qisêr a bajarê Humis ê Sûriyê û Tirkiyê ve ber bi Ewropayê ve biçe. Tirkiyê jî hêvî dike ku bibe aliyek ji veguhestina gazê ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve, ji ber ku dibîne ev yek dê bandora wê di asta navdewletî de xurt bike. Di vir de jî em nêzîkbûna herdu aliyan di Sûriyê de fêm dikin, em sedema ku Humis bibe "Paytexa şoreşa Sûriyê" fêm dikin. Di vir de sedemên Hizbullah ku dest deyne ser Qisêr diyar dibe. Dîsa jî yek ji sedemên derbasbûna Rûsya di şerê li Sûriyê de ji ber ku wekî rêya tekane ya deryayî ye ber bi ava germ e."

Lêkolîner wiha axaftina xwe dewam dike: “A duyemîn, hewildana DYA`yê ya kêmkirina budçeya Ukranya (Di vir de mirov dûrbûna aloziya siyasî fêm dike) li ser gaza rûsî. Her wiha, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka Rick Perry xwest ku Bolenda binesaziya gazê di navbera xwe û Ukranya de çêbike, da ku alîkariyê bide Ukranya ji bo kêmkirina zexta Rûsya li ser Ukranya, her wiha bikaranîna Ukranya ji bo rêya gazê ber bi Rojavaye Ewropa ku ew jî wekî beşekê alavên xwe yên zextkirinê ye(Lewra her sê aliyên ku li jor hatin bibîrxistin, muzekereya lihevkirina Warsaw. Ev jî piştî ku hevpeymana projeya (El-Sêl Şemalî) ku bi awayekê yekser Rûsya û Almanya bi hevde girê dide, pêk hat. Di vir de, mirov careke din yek ji sedemên têkiliyên giring ên di navbera Almanya û Rûsya de fêm dike.

A sêyemîn jî û di heman carçoveyê de, li gorî lêkolîna Geolojîkî yê DYE, hawizên sêkoşiya çemên û Bîled El-Şam ên nêzî hev, di nava xwe de 345 trîliyon fît kabike gaza xwezayî û 3.44 milyar bermîl petrol dihewîne, li vir mirov xêzkirina Misirê ya piştî şoreşê ji sînorên deryayî bi Qibiris û Yewnanistanê re, her wiha mohrkirina serokê Misrê El-Sêsî hevpeymana di çarçoveya El-Kelameta, fêm dike. Li gorî hevpeymanê sînorê deryayî yê di navbera El-Qibiris û Yewnanistan û Misrê de bûne yek. Ev yek jî dihêle xeta gaza Îsraîl di navbera Til Ebîb û Esîna ber bi Ewropayê ve, biçe. Tirkiyê ev yek wekî ragihandina şer li dijî berjwendiyên xwê di deryaya navîn de, dît, tevî ku piştî rawestandina xeta gaza Îsralî ber bi Ewropayê ve ku dihat payîn di Tirkiyê re derbas bibe, lê ji ber ku pêwîst bû lihevkirin di navbera Tirkiyê û Qibirêsê de çêbûbûya, hate rawestandin.

Lêkolîner di dawiyê de dibêje: “Tirkiyê berê xwe da gûrkirina deryayî bi rêya lêkolîna Sismik ji destpêkirina ji kûrtirin noqteya qutkirina di navbera Misir û Tirkiyê de, her wiha bi rêya qedexekirina keştiya lêgerînê ya taybet bi Îtalayê ji derbaskirina Bilûk 3 a Qibirisê û tevlêbûna keştiya Uruguay Reese ku çaremîn keştiye di lêgerîn û behsa li petrol û gazê li rojhilatê hewda Navîn. Tirkiyê hewl dide hêza xwe ya deryayî xurt bike da ku ji şer re amade bike. Tirkiyê xwe amade dike ku sala 2019 û 2020 bargirên balafiran, Firqata deryayî û 5 Xewasatan werbigire.”

Kesên ku rewşa meydanî ya Rojhilata Navîn dişopînin û destwerdanên pir ên herêmî û navnetweyî di welatan de, wê bi awayekî zelal asta kûrbûna nakokiyan di navbera van hêzên ku şerê hev dike de ku gelê herêmê temena wê jiyana xwe dide, bibîne.

(bb/kc)

ANHA


Mijarên Din