Li Rojhilata Navîn zêdetirî 3 milyon kes bi (covid-19) ketine

Ajansa “Associated Press” eşkere kir ku hejmara pêketiyên koronayê li Rojhilata Navîn 3 milyon kes derbas kiriye. Îran welatê herî zêde ku ji ber belavbûna koronayê zirar dîtiye.

Li gorî serjimariyeke ajansa “Associated Press”, li Rojhilata Navîn zêdetirî 3 milyon kes bi (covid-19) ketine. Dibe ku hejmara rastîn ji hejmara diyarkirî zêdetir be.

Li gorî serjimariyê, li gorî aliyên tenduristiyê yên fermî li seranserê Rojhilata Navîn zêdetirî 75 hezar kes bi koronayê mirine.

Li gorî heman ajansê, 2.5 milyon nexweşên koronayê baş bûne.

Li Rojhilata Navîn, Îran ji welatên herî zêde ye ku zirar ji ber koronayê dîtiye. Li gorî daneyên hikumetê, tenê li Îranê zêdetirî 600 hezar nexweşên koronayê hene, 477 hezar kes baş bûne û 34 hezaran jî jiyana xwe ji dest daye. Tevî vê yekê jî, rayedarên Îranê dibêjin ku ev hejmar kêm e.

(cx)


Mijarên Din