Li Şamê diyardeyeke jiyana zarokan dixe xetereyê!

Di demên dawîn de diyardeyeke xeternak di nav zarokan de li peytexta Sûriyê Şamê belav bûye bêyî ku rejîma Sûriyê girtekan bigire. Çalakvanek ji Şamê ji ajansa me re tiştên ku çavdêriya wan kiriye, vegotin.

Ji derdora salekê ve diyardeyek nû li peytexta Sûriyê Şamê belav bûye; bêhnkirina zarokan madeya Şeile. Ev made ji madeyên hişbirê tê hesibandin û dema zarok bêhn bikinê ji ser hişê xwe diçin.

Hindek zarok dibêjin ew made nahêle bi birçîbûnê bihesin yanî macbûr namînin ku pêdiviyên xwe yên xwarinê peyda bikin. 

Ev diyarde bi lez di navbera zarokan de belav bûye. Zarok li kolan û dibistanan li ber çavên hemûyan û heta cîhazên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê wê madeyê bêhn dikin.

Çalakvanek ji Şamê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got zarok heta li ber wezareta turîzmê ya ku nêzî Pira Vîktorya ya ku ji deverên Şamê yên herî pêşketî tê hesibandin, wê madeyê bêhn dikin.

Li gorî çalakvan ew made di dikanan de bêyî ku tedbîrên hişyariyê bêne girtin, tên firotin. Çalakvan behsa bandorên bêhkirina madeyê kir û got: "Kêmasî di mejî de çêdike û dibe sedema nexweşiyên sîng mîna kulbûna kezeba spî (iltîhab) û çermê. Zarokên ku vê madeyê bêhn dikin, serxweş dibin û dibe ku bibe sedema xwekuştinê."

Çalakvan dibêje ku hindek zarok di encama bikaranîna madeyê de xwe kuştine, lê hejmara wan tam nizane ji ber ku piraniya wan zarokên bêmal in û li gel aliyên têkildar nehatine tomarkirin.

Li navenda Şamê

Çalakvanê ku bi hindek zarokan re axiviye, dibêje: "Me keçeke biçûk ku hewl dida xwe biavêje çemê Berede li nêzî wezareta turîzmê dît. Keçikê hewl dida xwe bikuje lê ciwanan ew xilas kir. Her wiha me bûyerek mîna wê li Parka El-Şeilan (Parka El-Sebkî) li ber çavê şêniyan dît bêyî ku kesek bilive."

Çalakvan wiha didomîne: "Em li navenda Şamê geriyan. Me hindek zarok dîtin ku madeya şeile dikin tûrikên spî da ku bêhn bikin. Me berê xwe da wan bêyî ku bizanibin em wêneyên wan dikişînin, da ku em bizanibin ka çi bi serê wan de tê dema madeyê bêhn dikin."

Çalakvan wiha domand: "Gelo çêja wê madeyê çi ye? Yek ji wan bersiv da û got çêja wê gelek şêrîn e (xweş e). Ev made nahêle ku ew rojeke sax birçî bibe. Ciwanê ku axiviye ji me re got keçikek bi navê Rîm madeya Şeile bi buhayê 300 lîreyên Sûriyê ji wan re peyda dike."

Çalakvan got zarokek ji wan re diyar kiriye ku carekê endamên emnî yên rejîma Sûriyê wî digirin lê piştî çend rojan wî serbest berdidin, bêyî ku wî bibin rêxistinekê da ku dev ji madeyê berde.

Ji aliyekî din ve çalakvan got ew keçikek li kolanekê ji kolanên Şamê yên kevn (El-Qîmeriye) ya ku ji girîngtirîn herêmên turîzmê yên Şamê tê hesibandin, dîtiye û ji wî re gotiye ku dixwaze dev ji madeyê berde lê nizane çawa.

Her wiha çalakvan diyar kir ku di dibistanên Şamê de mîna van haletên çêdibin lê rejîma Sûriyê li gel firehbûna vê diyardeyê tiştekî nake. Çalakvan destnîşan kir ku rejîma Sûriyê ji bo tunekirina vê diyardeyê tu dewriyan di nav kolanên Şamê de nemeşandine.

Ji aliyekî din ve çalakvan wêneyên ku çawa endamên rejîma Sûriyê malên şêniyan li taxên Hecir El-Eswed û Kampa El-Yermûk talan dikin, şandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din