Li Şamê ji ber Koronavîrûsê herêmek din xistin qarantînayê

Piştî ku hikumeta Sûriyê ragihand ku 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine, herêma El-Seyde Zêneb a li gundewarê Şamê xistin qarantînayê.

Ajansa SANA ya fermî got: “Tîma hikumetê ya têkildarî stratejiya li dijî pandemiya Korona li Sûriyê, biryar da ku herêma El-Seyde Zêneb a li parêzgeha gundewarê Şamê xistin qarantînayê.”

Ev biryar çend seetan piştî ragihandina 6 kesên din bi Koronayê ketine hat girtin. Bi vê yekê hejmara nexweşên Koronavîrûsê li Sûriyê bû 16 di nav de 2 kes mirin.

Hikumeta Sûriyê  duh Çarşemê piştî wefata jinekê ji ber vegirtina Koronavîrûsê bajarokê Minîn xist qarantînayê.

(şx)


Mijarên Din