Li Şamê jinan dengê xwe tevlî serhildana jinan a li dijî faşîzma Tirkiyê kir

Jinên Şamê bi daxuyaniyekê tevlî hemleya ku jinên Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sekinandina faşîzma Tirkiyê destpê kirine, bûn.

Jinên Şamê bi daxuyaniyekê tevlî hemleya ku jinên Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sekinandina faşîzma Tirkiyê destpê kirine, bûn. Daxuyanî li pêş Navenda Kongre Star a li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê, hat dayîn. Bi dehan jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi diruşma ‘Ji bo veguherîn û guhartinê serî hilde’ ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

"Faşîzma Tirkiyê aloziya serekeye ku Rojhilata Navîn ji dest azarê dikişîne. Li rexê jî siyasetên faşîzma dewleta dagirker a Tirk li dijî gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd zêde bûn.

Doza azadiya jinan jî, ji dozên bingehînin ku civakên me azaran ji dest dikişîne û hê jî li benda çareseriyê ye. Ji wê jî zêdetir pirsgirêkên nijadperestî di navbera her du zayendan de bi xwe re felca civakê tîne. Ji ber ku jin bingeha avakirina civaka azad û demokratîk e û bêyî wê civak nayê rizgarkirin.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest birêxistinkirina xwe di hemû aliyên jiyanê de kirine. Li dijî tevahî cureyên tundî yên ji hêla zihniyeta desthilatdarî û êlan ve li ser pêk dihatin ku ew xistibûn girtîgeha mirinê, li ber xwe dan. Lê belê divê jin di vê astê de nesekine. Lê berovajî divê berxwedan û vîna xwe heta temamkirina şoreşê zêde bike. Ji ber pir jin hene hê jî rastî tundiyê tên. Gelek jin jî li Efrînê di bin kevneşopî û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên de ne.

Em jin, divê bi destekî li hember zihniyeta desthilatiyê ku nijadperestiyê di nava her du zanyendan de xwedî dike, bisekinin. Her wiha divê asta fikrî û civakî pêş bixin. Li ser vê bingehê banga me ji tevahî jinan re ew e ku tevli hemleya ku Kongre Star dest pê kiriye, bibin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din