Bi sedan şênî tev li şahiyê bûn. Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Berçem Yûsif di şahiyê de axivî û Pêngava 15'ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan û hemû beşdaran pîroz kir.
Berçem anî ziman ku Pêngava 15'ê Tebaxê di aliyê leşkerî, civakî, siyasî û îdeolojiyê de, guhartinên mezin çêkir.
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şamê Mihemed Îbiş jî diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê zihniyeta civakê ber bi berxwedana li dijî zordariyê ve, guhart.
Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyên silava Pêngava 15`ê Tebaxê û banga azadiya Ocalan bi dawî bû.
(dm)
ANHA