Li Sûdanê 48 kes hatin kuştin û 97 birîndar bûn

Di encama şerê li bajarê El-Cenîniye yê paytexta wîlayeta rojavayê Darfor a Sûdanê de 48 kes hatin kuştin û 97 kes jî birîndar bûn.

Di encama şer de ku li bajêr rû da, 48 kes hatin kuştin û 97 jî birîndar bûn. Her wiha metirsî hene ku careke din şerê ku di sala 2003`yan de rû da û di encama wê de zêdetirî 300 hezar kes hatin kuştin, derkeve.

Tevî ragihandina qedexekirina çûn û hatinê jî lê li bajêr aloziyek heye.

Li gorî Sky Newsê tevlihevî di navbera komên qebîleyan de derket, çekên giran di şerê li derdora baregeha Kirîndiq û Ebû Zir ên koçberan de rû da, hatin bikaranîn.

(bx)


Mijarên Din