Li Sûdanê belgeyên pêvajoya demkî hatin mohrkirin

Meclisa leşkerî ya demkî û hêzên azadî û guhertinê îro bi merasîmeke girseyî belgeyên pêvajoya demkî mohr kirin.

Cîgirê serokê meclisa leşkerî ya Sûdanê Mihemed Hemdan Deqlo tevî Ehmed Rebîî ji aliyê hêzên azadî û guhertinê peyman mohr kirin. Ev peyman rê li pêşiya avakirina hikumetê û destpêkirina pêvajoya demkî  vedike. Li gorî Sky News`ê  şandeyên erebî û navdewletî peyabilind  tevlî merasîma mohrkirinê bûn.

Merasîmê mohrkirinê ya ku bi navê "Şahiya Sûdanê" hate binavkirin, wek destpêka pêvajoya demkî ya ku dê 39 mehan berdewam bike tê hesibandin.

Mohrkirin piştî hefteyan ji danûstandinên domdar di navbera meclisa leşkerî ya demkî û hêzên azadî û guhertinê de pêk hat. Meclisa leşkerî ya demkî piştî rakirina serokê berê Umer El-Beşîr, Sûdanê birêve dibe û hêzên azadî û guhertinê tevgera gelêrî ya ku li Sûdanê li dijî pergala berê serî hildaye bi rêve dibe.

Li gorî bernameyê di 15`Tebaxê de yanî roja Yekşemê dê meclisa rêveber were diyarkirin. Ev meclis dê ji nûnerên meclisa leşkerî ya demkî û hêzên azadî pêk were.

Tê payîn li di 19`ê Tebaxê de endamên meclisa rêveber li pêşberî serok dozgeriyê sond bixwin û di heman rojê de dê meclis cara yekemîn bicive.

Roja Sêşemê jî tê payîn ku serokwezîrê Sûdanê bê diyarkirin.

(şx)


Mijarên Din