Sûdan yek ji endamên Komara Ereban û Yekitiya Afrîkyayê ye. Sûdan li bakurê rojhilatê parzemîna Afrîkayê dikeve û xwedî girîngiyeke stratejîk e. Li bakurê wê Misir e, li bakurê rojavayê wê Lîbyayê ye, li rojavayê wê Çadê dikeve û li başûrê rojavayê wê Komara Afrîkaya Navîn dikeve, li başûrê wê jî Başûrê Sûdanê dikeve. Her wiha li başûrê rojhilatê wê Etiyopya ye, li rojhilatê wê Eritreayê dikeve û li bakurê rojhilatê wê Deryaya Sor e.
Li gorî amarên sala 2022ʹyan, hejmara niştecihên Sûdanê derdora 48 mîlyon kes in. Rûbera Sûdanê mîlyonek, 861 hezar û 686 kîlometre çargoşe ye. Sûdan ji 18 eyaletan pêk tê û sêyemîn mezintirîn dewlet li Afîrka û cîhana Ereb e. Beriya serxwebûna Başûrê Sûdanê di sala 2011ʹan de Sûdan welatê herî mezin li Afrîka û cîhana Ereb bû.
Çemê Nîl rojhilat û rojavayê Sûdanê dabeş dike. Li paytexa Sûdan Xertûmê Çemê Nîl ê Spî û Nîl ê Şîn dighêjin hev. Di nîvê de hewzê Wadî Nîl heye.
Hejmara qebîleyên li Sûdanê derdora 570 qebîle ne ku dabeşî 57 komên etnîkî dibin. Xelkê Sûdanê bi zaravayên zimanên nivîskî û devkî diaxivin. Li bakurê Sûdanê qebîleyên wekî; Hefawiyîn, Mehis, Denaqa, Bidêriyê, Şayiqiyê, Menasîr, Rebatab, Hesaniyê û Mîrfab hene. Li navîn jî qebîleyên Caliyûn, Cemûiyê, Ebidlab, Mexaribe, Betahîn, Şukriyê, Refaha û hinek qebîleyên din dijîn. Her wiha li rojhilat qebîleyên Beşariyûn, Hedenwa, Benî Amir, Bîca, Emrar, Ebabîd û yên din hene. Li rojavayê wê jî qebîleyên wekî Kewahila, Hewawîr, Kebaşîn, Dewalîb, Humir, Hewazime, Misêriyê, Rizêqat, Zexawa, Bertî, For, Mesalîb hene. Li başûrê Sûdanê qebîleyên wekî Teayuşa, Begara, Hebaniya û Noba û yên dîtir hene. Ev qebîle li başûrê Kerdevan, basûrê Darfor, başûrê Nîl a Spî û Nîla Şîn jî dijîn.
Sûdan welateke ku gelek etnîk, çand, ziman û bawerî lê hene. Ji ber vê pirrengiyê pêwîstî bi destûrekî heye ku mafên hemûyan mîsoger bike. Lê hikumetên ku li pey hev welat bi rêve birin guh nedan vê pirrengiyê, lê li gorî berjwendiyên hinek beşan welat bi rêve birin. Di sala 2003ʹyan de desthilata Omer Hesen El Beşîr bi alîkariya Himêdetî komkujî li dijî niştecihên Darforê pêk anî. Himêdetî di sala 2019ʹan de darbeyek li dijî El Beşîr pêk anî û niha ew û El Burah welat bi rêve dibin û li ser desthilata welat şer dikin.
EBDULFETAH EL BURAH KÎ YE?
Piştî darbeya li dijî El Beşîr navê Ebdulfetah El Burhan derket pêş. El Burhan mîsyona serokatiya meclisa leşkerî, piştre erka meclisa serdestiya Sûdanê bi dest xistin. Beriya darbeyê El Burah di nava yekîneyên artêşa Sûdanê de kar dikir. Her wiha demeke dirêj bi hêzên parêzvanên sînor re kar kir. Piştre jî li Çînê wek ataşeyê leşkerî xebitî, li pey vê bû fermandarê hêzên parêzvanên sînor, piştre jî bû serokerkanê operasyonên hêzên bejahî.
El Burhan di dema şerê li başûrê de ya beriya serxwebûna başûrê Sûdanê di sala 2011ʹan li gel artêşê şer kir. Her wiha di dema erka xwe wekî efserekî di hêza piyade de jî gelek operasyonan pêk anîn. Li ser vê yekê di 26ʹê Sibata 2018ʹan de El Beşîr wî ji rutbeya wî bilind kir. Piştre ew wekî çavdêrê giştî yê artêşê erkdar kir. Piştre jê xwest ku bibe waliyekî deverekê, lê qebûl nekir.
Li gorî raporan, El Burhan desteka xwe ji Misirê ya bêalî digire, heta piştî ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn leşkerên wê girtin. Li gorî agahiyan, bêaliya Misirê girêdayê piştevaniya Îmaratê (Hevalbendê Misirê) ya bi Hemîdît re ye.
HIMÊDETÎ
Mihemed Hemdan Deqlo bi navê Himêdetî tê naskirin. Himêdetî şirîk û hevrikê El Burah ê rêvebirina welat e. Hemîdît dema ku ciwan bû di navbera Çad, Lîbya û Misirê de bazirganiya hêştir û pez dikir. Pê re komeke çekdarî ava kir da ku karwaniyê xwe yê bazirganiyê biparêze. Himêdetî di vê karî de pêş ket heta ku bû hêzeke mezin ku bala hikumeta Sûdanê kişand ser xwe. Hikumeta Sûdanê çavê xwe berdabû vê yekê ku koma leşkerî ya Himêdetî tev li xwe bike da ku li dijî tevegerên çekdar ên li herêma Darfor a li rojavayê welat destekê bide "Cencewîdʹʹ. Cendewîd dergehê ketina Himêdetî ya qada siyasî bû. Himêdetî piştî darbeya li dijî El Başîr ê ku wî tev li artêşê kiribû, wekî cîgirê serokê meclisa leşkerî ya demkî hat erkdarkirin.
Bi destpêka şerê li Darforê re di sala 2003ʹan de, koma çekdar a Himêdetî endamên Cenewîd kişandin nava xwe û bala avakarên biryarê yên Xertûmê kişand ser xwe. Paşê jî ji qebîleyên cuda ciwan tev li xwe kirin û bi navê Yekîneyên Îstîxbarata Sînor hêzeke hat avakirin. Himêdetî wekî serokê yekîneyê hat erkdarkirin.
Di sala 2007ʹan de hêza Himêdetî tev li saziya îstîxbarata Sûdanê hat kirin. Di sala 2013ʹan de El Beşîr sazumaniya wê ji nû ve saz kir û navê "Hêzên Piştevaniya Lezgîn"lê kir. Her wiha gelek maf û îmtiyazên mezin dan wê. Di serdema şerê li Darforê de El Beşîr hişt ku ev hêz li şûna hikumeta Sûdanê şer bike. Di wê demê de serwet, hêz û hegemoniya Himêdetî zêde bûn, gihaşt asta ku dest deyne ser deverên sereke yên zêr ên li Darforê. Di destpêka sala 2017ʹan de rêjeya firotana zêr li welêt ji sedî 40 ji hinardekirinê pêk hat. Di sala 2015ʹan de Himêdetî têkiliyên xwe yên bi derve re xurt kir. Piştî ku Sûdan tev li Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî bû, Himêdetî Hêzên Piştevaniya Lezgîn şand Yemenê da ku li dijî Hûsiyan şer bike.
Li gorî raporan, Himêdetî destekê ji Îmratê digire û têkiliyên wê bi Koma Vanger a rûsî re hene. Erebistana Siûdî jî girîngiyeke mezin dide Himêdetî, nemaze ku beşek mezin a Hêzên Piştevaniya Lezgîn di şerê li dijî Hûsiyan ê li Yemenê de cih girt.
MECLISA SERDESTIYÊ
Piştî darbeya li dijî El Beşîr, Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê hat avakirin. Erka meclisê çavdêriya pêvajoya veguhêz ya li Sûdanê ye. Ev meclis piştî peymana di navbera Meclisa Leşkerî (Ji El Burhan û Hemîdît pêk tê) û Hevbendiya Hêzên Ragihandina Azadî û Guhertinê ya Sûdanê de hat avakirin. Her du aliyan li hev kir ku meclisek were avakirin. Li gorî lihevkirinê, divê meclisê ji 11 kesan, 5 leşkerên ku Meclisa Veguhêz wan hilbijêr, her wiha 5 sivîlan ku ji aliyê Hevbendiya Hêzên Guhertinê ve werin hilbijartin û ji sivîlek ku her du alî li ser hilbijartina wî lihev bikin pêk were. Meclis bi serokatiya Ebdulfetah El Burhan e. El Burhan roja Çarşemê 21ʹê Tebaxa 2019ʹan li pêşiya dozgeriya Sûdanê sond xwar. Ebdullah Hemûk wekî serokwezîrê vê meclisê hat erkdarkirin.
DARBE LI DIJÎ DARBEYÊ
Serdema rêvebirina "Sivîl" ya Hemûdok derdora 2 salan dewam kir. Di 25ʹê Cotmeha 2021ʹê de El Burhan bi alîkariya Himêdetî darbeyek pêk anî, artêşa Sûdanê darbeyek li dijî hikumeta sivîl pêk anî û di nav de serokwezîr Hemdûk de, bi kêmanî 5 kesayetên mezin ên hikumeta Sûdanê girtin. Li ser vê yekê El Burhan Meclisa Serdestiyê hilweşand, rewşa awarte ragihand û piraniya wezîrên hikumeta Hemdûk û rêveberên eyaletan ji kar dûr xistin. Her wiha hejmarek mezin a alîgirên hikumetê hatin girtin.
Piştî darbeyê, xwepêşandan dest pê kirin. Xwepêşandaran darbe red kir û banga derketina hêzên leşkerî ji qada siyasî kir. Di xwepêşandanan de 118 xwepêşander hatin qetilkirin.
Di encama van bûyeran de, Sûdan ku welatekî herî mezin ên ereban bû veguherî welatê herî xizan li cîhanê. Di vê pêvajoyê de aboriya wê bi awayekî mezin û ji ber cezayên DYAʹyê yên di serdema Omer El Beşîr de paşket. Bi qutbûna başûrê Sûdanê re di sala 2011ʹan qada aborî aloztir bû û gendeliyê roleke mezin di hilweşîna aboriya welat de list.
CAREKE DIN RÊVEBERIYA SIVÎL
Piştî derbasbûna salekê di ser darbeyê de, mijara çareserî, dûrxistina qada çekdarî ji desthilatê û xistina rêvebirina welat di destê sivîlan de ketin rojevê.
Çareseriya di navbera pêkhateya leşkerî û Hêzên Azadî û Guhertin-Koma Meclisa Navendî de li ser pêşnumeya destûrê bû ku ji aliyê Sendîqeya Parêzerên Sudanê ve hatibû pêşkêşkirin. Pêşnûmeya destûrê di qad navneteweyî û herêmê de hat pêşwazîkirin. Lê pirsgirêka sereke ya ku li pêşiya çareseriyê bû asteng pirsgirêka edaleta demkî bû. Ji ber ku pêkhateya leşkerî daxwaza parêzbendiyê dike ku heta dawiya qonaxa veguhêz neyê darizandin.
Ji ber zextên gel û hilweşîna qada aborî, serokê Meclisa Serdestiyê Ebdulfetah El Burhan derketina saziya leşkerî ji pêvajoya siyasî ragihand û got, ev mijar bi beşdarnebûna partiyên siyasî di pêvajoya demkî de, weke bersiv li ser daxwazên şoreşgeran a: “Leşkerî ji bo baregehan û partî ji bo hilbijartinan e.” pêk hat.
PEYMANA ÇARÇOVEYÎ
Piştî çend mehan ji daxuyaniya El Burhan, bi taybet di 5ʹê Kanûna 2022ʹyan de pêkhateya leşkerî (El Burhan û Himêdetî) ji bo çareserkirina aloziya li welat bi awayekî siyasî peymaneke çarçoveyî bi hêzên sivîl ên sereke yên wekî Ragihandina Azadî û Guhertinê, derdora 40 partî û sendîqeyên pîşesaziyê re îmze kir.
Pir kesan pêşbinî dikirin ku bi îmzekirina vê peymanê re qonaxa nû bi pêşengiya sivîlan destpê bike ku bi lidarxistina hilbijartinan bi dawî bibe.
Ji bendên vê peymanê, hikumeteke sivîl were avakirin ku serokê wî xwedî mafên berfireh be, Meclisa Serdetiyê bi serokatiya sivîl were avakirin, Ebdulfetah El Burhan bibe serokê artêşê û Himêdetî bibe fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn. Her wiha li gorî vê peymanê, meclisa qanûsaz were avakirin ku ji partî, komîteyên berxwedêr pêk were, divê beşdarbûna jinan di meclisê de ji sedî 40 be, kesên ku destên wan di qetilkirina xwepêşanderan û binpêkirinan de hene, were cezakirin, nabe tu kes ji cezayê bifilite. Dema pêvajoya demkî 2 sal in. Pêvajo ji dîroka tayînkirina serokwezîr ve dest pê dike.
PIRSGIRÊKÊN TALOQKIRÎ
Beşê din ê peymana çarçoveyî, ji dozên di nav de edaleta veguhêz û çaksazkirina artêşê pêk tê. Li gorî daxuyaniyê, diviyabû ku di nava çend hefteyan de ev pirsgirêk hatiban çareserkirin.
li gorî nîşaneyan, sedema sereke ya şerê heyî dozên taloqkirî ne ku diviyabû destpêka Nîsanê lihevkirin li ser wan çêbûbûya û hikumeta sivîl di nîvê vê mehê de hatiba avakirin.
BERIYA ŞER ÇI QEWIMÎ?
Di civînên 1 û 6ʹ Nîsanê de lihevkirin li ser îmzekirina peymaneke mayînde çêbûn. Sedema vê yekê nakokiyên hêzên leşkerî yên li ser rêvebirin û serwerî û salên tevlêkirinê ye.
Di Nîsanê de bi beşdarbûna hêzên sivîl û leşkerî yên ku peymana çarçoveyî îmze krine, civînên komîteya nivîsandina destûrê dest pê kirin. Diviyabû ku 11ʹê Nîsanê sazûmaniya desthilatê hatiba ragihandin.
Di 13ʹê Nîsanê de şerên giran di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li bajarên Sudanê dest pê kirin. Di şer de çekên giran, tank û balafirên şer hatin bikaranîn. Li gorî daneyên dawîn ê Komserê NYʹyê Mafên Mirovan, di şer de 185 welatî hatin kuştin û hezar û 800 kes birîndar bûne.
ÇARESERÎ
Ji dehên salan ve aloziya li Sûdanê dewam dike. Hikumetên ku li pey hev hatin xizmeta aliyên serdest tenê dikin, guh nadin gel, pirrengiya entnîkî, eşîrtî, çandî, zimanî û baweriyên li welat. Hemû çareseriyên kevin û yên nû di sererastkirina desthilatê de ye. Li ser vê bingehê divê gelên Sûdanê bi xwe destûra xwe binivîsînin ku teqeziyê bi pirengiya li welat bike û li ser erdê pêk bîne.
(bb)
ANHA