Li Sûdanê çareseriya demkî

Roja çarşemê aliyên Sûdanê li ser peymana ku nîşaneya çareseriya krîza desthilata demkî ye, ku ji dema îtîfaqkirina serok Umer El-Beşîr a di Nîsana borî de li dar e, îmze kir.

Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê û Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê roja çarşemê belgeya lihevkirina siyasî ya der barê mekanîzmayên hikumî li Sûdanê de ji bo domana zêdetirî 3 salên bê, îmze kir.

Her du aliyan roja çarşemê di civîna çapemeniyê ya hevpar a li paytexta Sûdanê Xertûmê de ragihand ku li ser detayên belgeya siyasî ya taybetiya mekanîzmayên hikumî îmze kiriye. Li aliyekî dîtir, ragihandina belgeya destûrê ya ku bendên destûrê di merheleya demkî de bi rêxistin dike, heta piştî civînên îna bê, hat paşxistin.

Ev îmzekirin jî piştî bidawîkirina civîna di navbera her du aliyan de û ya heta derengiya şeva sêşemê bi beşdariya navbeynkarên Etiyopya û Yekitiya Afîkayê hat.

Nûnerê Meclisa Leşkerî di îmzekirinê de cîgirê serokê meclisê Mihemed Hemdan Deqlo (Himêdîtî) bû ku serokatiya diyalogan bi Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê re dike.

(fr)


Mijarên Din